Şêniyên Helebê li dijî komkujiya Cindirêsê meşiyan

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî komkujiya Cindirêsê meşiyan.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina komkujiya Cindirêsê meşek li dar xist.

Şêniyan ji pêşiya salona ciwanan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên ′Bimre xiyanet û çeteyên dewleta Tirk a dagirker′, ′Sivîlan qetil nekin′, ′Bi fedakariyên şehîdên Newrozê yên Cindirêsê serhildana Efrînê wê bi ser bikeve′ hatin hildan.

Meş heta Qada 7 Şehîdan a li rojhilatê Şêxmeqsûdê berdewam kir. Li vir Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo axivî, komkujiya li Cindirêsê şermezar kir û bi sûca nijadperestî ya li dijî şêniyên resen wesif kir. Fehîme Hemo xwest ku sûcdarên vê komkujiyê werin cezakirin.

Fehîme Hemo diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van sûcan hevkariya wan a bi dagirkeran re nîşan dide û bang li welatiyan kir ku têkoşîna li dijî çete û dagirkeran xurt bikin heta ku Efrîn were rizgarkirin.

Her wiha endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê Cîhan Berkel bang li Kurdistaniyên li cîhanê kir ku piştgiriyê bidin Kurdên li Efrînê.

Cîhan Berkel anî ziman ku divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn.