Xelkê Efrînê li Eherzê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Bi sedan welatiyên Efrînê li navçeya Ehrezê ya herêma Şehbayê ji bo ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin meşek lidar xistin.

Bi tevlîbûna endamên meclîs û sazî û bi sedan kesî meş ji navenda navçeya Ehrêzê destpê kirin û ber bi goristana Şehîdên Serdemê ve çûn.

Bi dirûşmeya ‘êrîş û dagirkerîya dewleta Tirş li ser Efrînê bi tundî nelet û şermezar dikin’, ‘Dîktetor Erdoxan mirovên bê suc û guneh dikuje’ ber bi goristana Şehîdan ve meşiyan.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Îro Rojhilata Navîn ketiye qonaxa şerê Cîhanê yê Sêyemîn ji ber sedema berjewendî û şerê ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve li Sûriyê tên birêvebirin. Bi piştgiriya dewleta faşîst a Tirk ji terorên DAÎŞ’ê El Nûsre û pêxwazên wan re, ku bi rêya wê ji hemû dewletên cîhanê derbasî xaka Sûriyê bûne, da ku agirê şer li vir gurtir bikin û şerê navxweyî di navbera pêkhateyên Sûriyê de xortir bike. Nemaze li Bakur Rojhilatê Sûriyê ya ku ji fikira netewa damokratîk re bûye qad û bi rêya wê fikirê ji terorê re bûye bend, her wiha bûye stûna serkeftin û berdewamiya berxwedanê.”