Xelkê Efrînê li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Koçberên Efrînê yên ku li Kampa Berxwdan bi cih bûne ji bo ku êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin meşek lidar xistin.

Xelkê Efrînê ya ku li Kampa Berxwdan bi cih bûne bi tevlîbûna endamên meclîs û rêveberiya xweser ji destpêka Kampa Berxwedan ber bi Nevanda Heyva Sor a Kurdî ya Kampê ve meşiyan.

Bi diruşmeya ‘êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê bi tundî nelet û şermezar dikin’, ‘Dagirkirina Rojava qirkirina mirovahiyê ye xewdî li mirovahiyê derkevin’, ‘Faşîzim û dagirkeriya Erdogan re na’ û na ji Erdoganê xwînxwar’ gel ber bi Heyva Sor a Kurdî ve meşiyan.

Li pêşiya navenda Heyva Sor a Kurdî deqeyek rêzgirtin hate girtin. Pişte daxuyaniyek bi navê meclîsa Kampa Berxwdan ji aliyê Hevserokê meclîsa Kampa Berxwadan Nisrîn Şeebo û endamê komîteya perwerdeya civaka demokratîk Mihemed Ebdo ve bi zimanê Erebî û Kurdî heta xwendin,

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin. Her wiha lihevkirinên di navbera DYE, Rûsya û Tirkiye.

Meş bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Serêkaniyê’ û ‘Bijî Berxwedana Qamişlo’ bi dawî bû.