Xelkê Efrînê: Kes nikare me ji fikir û felsefeya Apoyî qut bike

Xelkê Efrînê yê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî li Şehbayê dimîne, diyar kirin ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdan xwe nas kirin, lewma kes nikare wan ji fikrê Ocalan qut bike.

Efrîn yek ji wan cihan e ku şêniyên wê li gorî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin û pêş dixînin. Ji ber wê xelkê Efrînê yê ku niha bi darê zorê hatine Şehbayê, her roj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan û li ser piyan in.

Di derheqê vê mijarê de şêniyên bi navê Şêxo Îbrahîm, Nîhal Îssa û Fayêq bavê Egîd ku bi xwe ji Efrînê ne lê niha li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne ji ANF’ê re axivîn û anîn ziman ku wan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zanîn ku ew Kurd in û diyarkirin ku wê her tim ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê li berxwe bidin.

Şêxo Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê her tim li qadan û li ser piya bin û axaftina xwe wiha domand: “Em niha tevgera dijmin baş nas dikin, dijmin ji bo ku Kurdan ji fikir û felsefeya Rêber Apo qut bike di vê dema dawiyê de zext û zora xwe li ser gelê Kurd zêde kiriye, lê em weke gelê Kurd û bi taybet xelkê Efrînê bi serbilindî dibêjin em ê her tim ji bo Rêber Apo û azadiya wî li berxwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber wê em bang li hemû Kurdên welatparêz dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.”

Di berdewamiyê de Nîhal Îssa jî nêrînên xwe anî ziman û got ku di dîroka kevnar de jin xwedî îrade û doz bûye, lê ji ber sîstema baviksalarî jin di rewşên herî xirab de derbas bûn, ji ber wê jî fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû ronahiyek ku jin pêşeroja xwe pê ronî bikin û wiha pêde çû: “Em weke jinên Efrînê, ji bilî berxwedaniyê ti tişt li pêşberî me nemaye, ji ber wê em ê ji bo azadiya Rêber Apo timî çalakî û berxwedaniya xwe bilindtir bikin.”

Di dawiyê de jî Fayêq bavê Egîd bal kişande ser têkilî û girêdana di navbera fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Efrîniyan û got; “Li herêma Efrînê fikira Rêber Apo hatibû rûnişkandin, pêşxistin û girêdaneke xurt di navbera Rêber Apo û Efrîniyan de çêbûbû, ji ber vê yekê dewleta Tirk Efrîn hedef girt û dagir kir. Niha jî di hundirî Efrînê de kiryarên herî xirab li ser Efrîniyan pêk tîne. Di dîrokê de ti fîlozof di pirtûkên xwe de mafê hemû pêkhateyan naparêze, lê Rêber Apo di hemû pirtûkên xwe de behsa hemû pêkhateyan dike û mafê wan diparêze. Ji ber wê em dikarin bêjin ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan ne. Niha em dibînin ku hin welat gihîştin astekî bilind ê pêşketinê, lê ew pêşketin bi saya berxwedaniya wan hatiye dayîn. Ji ber wê em ji Rêber Apo fêrbûn ku encax bi berxwedaniyê em ê karibin azadî û serfiraziya xwe bidest bixin.”