Xelkê Efrînê: Em ê li dijî êrîşên dijmin li ber xwe bidin

Xelkê Efrînê yê ku koçberî kampa Serdem û navçeya Til Rifat bûye, diyar kir ku wê ji herêma Şehbayê dernekeve û got, ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 19'ê Mijdarê û vir ve êrîşeke giran dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şêniyên Efrînê li ser êrîşê axivîn ku heta niha gelek sivîl hatine qetilkirin.

'KURDEKÎ BI TENÊ JÎ BIMÎNE WÊ BERXWEDAN DEWAM BIKE'

Mihemed Hisên Mistefa nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker da û got, "Ev 5 sal in bi balafir û dorpêçê dixwazin Kurdan koçber bikin. Ev 5 sal in li hember hemû êrîş û gefan berxwedan tê kirin. Lê dewleta Tirk a dagirker li ber çavên hemû cîhanê, xelkê Rojava bombebaran dike. Kesên ku bi demokrasiyê bang dikin, li hemberî êrîşên bi ser gel bêdeng in. Yek Kurdek bimîne jî wê berxwedan û têkoşîna me bidome."

‘EM Ê LI PEY ŞOPA ŞEHÎDÊN XWE BIN’

Emîne Hesen jî diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey şopa şehîdan bin û got: "Li ber çavê cîhanê Kurd têne bombekirin, lê cîhan ker û kor e."

Gulistan Mustafa jî bal kişand bi ser êrîşên dagirkeriyê yên dawî û got: "Bi van êrîşan sivîlan qetil dikin. Xelkê Efrînê ku 5 sal in di kampan de li ber xwe dide naxwaze careke din bibe koçber. Dema em ji vê derê derketin, em ê vegerin Efrînê, ji ber xelkê Efrînê bi nirx û deskeftiyên şoreşê ve girêdayî ye. Lewma her tim bi rêbazê Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe dide."

Şemsiye Mihemed Omar ya ji navçeya Til Rifatê jî wiha got: "Ev 5 sal in dewleta Tirk a dagirker li herêma Şehbayê, bêyî ku bibêje zarok, jin û kal, êrîş dike. Çi qasî ku êrîşên hovane jî bikin, em ê bi hev re bin û terka herêmê nekin."


          [album=18047]