Xelkê Şêrewa: Em dagirkeriyê red dikin û ti carî dest ji xaka xwe bernadin

Xelkê gundê Soxinekê ya navçeya Şêrewayê gotin, ew ji bo parastina xaka xwe her amade ne û destnîşan kirin ku tenê bi kal û pîran jî mabe wê gundê xwe biparêzin.

Dewleta Tirk a dagirker, ji dema ku Efrîn dagir kiriye û vir ve li gel çeteyên xwe her roj bombardûmanê li gundên navçeya Şêrawayê dikin. Yek ji gundên ku herî herî nêzî gundê Kîmarê ye, ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, gundê Soxinekê ye. Ji ber topbaran û êrişên sûîqestê gundî nikarin bi rehetî li nava gund tevbigerin. Gundî her wiha nikarin biçin nava erd û zeviyên xwe. Piraniya zeviyên gundiyan ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine şewitandin.

Ji gundiyên Soxinekê Ehmed Mihemed ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku çi dibe bila bibe wê ji gundê xwe dernekevin û li gel temenê xwe yê mezin jî wê gundê xwe biparêze.

Ehmed Mihemed got, "Erdê min tenê bi 500 metreyî dûrî gund e, lê ez nikarim herim û xwedî lê derkevim. Her wiha nêzî 40 mihên min ji ber topbaranê nizanim ku bê bi ku ve çûne. Ji ber wê em bang li saziyên hiqûqê yên navneteweyî dikin ku dawî li van kiryarên dewleta Tirk bînin."

Ehmed Mihemed Mamo jî anî ziman ku ji ber êrişa bi obusan û sûîqestê yên dagirkerên dewleta Tirk 4 sal in gundî nikarin bi rehetî li nava gund bigerin û got, "Niha demsala zeytûnan dest pê kiriye. Gundiyên Soxinekê ji ber êrişan tenê dikarin darê nêzî malên xwe biçinin. Em bang li xelkê Kurd ê li Efrînê dikin ku ti carî serî li ber dagirkeran netewînin û serî li ber zilmê rakin."

Hesen Cuma Mamo jî diyar kir ku dema topbaran li ser gund giran dibe ew berê xwe didin şikeftan û xwe diparêzin. Hesen Cuma Mamo destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê bi heta dawiyê li ber xwe bidin û gundê xwe biparêzin.