Xelef îdîaya ‘peymana’ li Eyn Îsa derewand

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef îdîayên li gel Rûsyayê têkildarî Eyn Îsa ya di bin êrîşên dagirkeriya Tirk de ye lihevkirine derewand.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef ê ji ANHA'yê re axivî û got ku hêzên wan vê êvarê bersiva hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên kontrolkirina rêya M4 dan.

El-Xelef destnîşan kir ku hemû nûçe û agahiyên ku dibêjin lihevkirineke bi hêzên Rûsî re çêbûye ne rast in û got: "Piştî 6 hefteyan ji êrîşên giran ên dewleta Tirk, nexşeya kontrolkirinê hîna wekî berê ye."

Hêzên hikûmeta Şamê li gelek nuqteyên leşkerî yên li eniyên şer e, di heman demê de sewqiyetên leşkerî yên Rûsyaya li xetên paş hene.

Li pêşiya baregeha Rûsyayê ya li navçeya Eyn Îsayê rojane çalakiyên protestoyî têne lidar xistin, tevî ku dewleta Tirk derdora baregehê topbaran dike, lê hêzên Rûsyayê heya niha ti helwest nîşan nedaye.

Di encama peymana Soçî ya 22'ê Cotmeha 2019'an de ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de, hêzên Rûsya û hêzên hikûmeta Şamê li herêmên bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re belav bûne, da ku agirbestê bişopînin. Tevî ku dewleta Tirk taxên bakurê navçeya Eyn Îsa û gundên li ser rêya M4 topbaran dikin û sivîlan dike hedef lê Rûsya û hikûmeta Şamê bêdeng in.