Wesayîta dagirkeran hate rûxandin

Wesayîteke ya çete û dewleta Tirk li rojavayê Eyn Îsayê hate rûxandin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hewldana çete û dewleta Tirk a li gundê Xaldiyê ya li ser rêya M-4 a dikeve rojavayê Eyn Îsayê asteng kir.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî ev hewldana dagirkeran asteng kir, wesayîtek leşkerî rûxandin.

Têkildarî hejmara kuştî û birîndaran ti agahiyek nehate girtin.