Welatparêzên Efrînê: Piştî hevdîtina bi Rêber Apo me wateya welatparêziyê fêm kir

Welatparêzên Efrînê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine, diyar kirin piştî hevdîtinê wan wateya welatparêziyê baştir fêm kirine.

Welatparêzî peyvek e, lê ji vê peyvê gelek wate û şîrove derdikevin. Her filozof an jî zanyaran beşeke vê peyvê şîrove kirine. Lê dema fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û belav bû hate dîtin ku Rêber Ocalan welatparêzî di hemû aliyan de nirxandiye. Hemû xalên welatparêziyê dide nîşandan û ji bo Kurdan an jî kesayetên welatparêz, hemû cureyên welatparêziyê şîrove kiriye. Welatparêzên Efrînê yên ku ji destpêka avakirina tevgera azadiyê heta niha di nav xebatan de ne û rasterast ji aliyê Rêber Apo ve hatine perwerde kirin, ji ANF’ê re axivîn.

DI FELSEFEYA RÊBER OCaLAN DE PARASTINA WELAT WEKE PARASTINA DAYÎKÊ YE

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Fewzî Mustafa diyar kir  Rêber Ocalan di gelek mijaran de welatparêzî nirxandiye û wiha got: “Di zarokatiya Rêber Apo de hîn taybetmendiyên ku girêdana wî bi ax û welat diyar dikir hebûye. Ji bo wê jî Rêber Ocalan digot; malbata min jî weke hemû malbatan dixwest ku ez jiyanek normal bijîm û  debara malbata xwe bikim. Rêber Apo bi rêya malbat, zarokatiya xwe û rûmetê  bi awayekî berfireh welatparêzî nirxandiye. Rêber Apo dibêje; ‘Ji bo ku mirov xwedî ax û rûmeta derkevin divê îxanetê axa xwe nekin.”

Fewzî Mustafa da zanîn ku di felsefeya Rêber Ocalan de parastina welat weke parastina dayîkê ye û wiha pê de çû: “Gelek tundî li ser gelê Kurd hatin ferzkirin, gihîşt vê astê ku êdî Kurd nikaribûn bibêjin em Kurd in. Gotina ‘Kurd’ weke sûcek hat dîtin. Dema ku gelê me di vê rewşê de bû, Rêber Ocalan daket qadê. Wan deman di jiyana rojane de jî axaftina bi Kurdî qedexe bû, ev yek bandorek mezin li ser Rêber Apo kir. Ji ber ku di cîhanê de her kes û her cureyên zindiyan bi zimanê xwe diaxivin, lê zimanê Kurdî qedexe bû. Ev yek di jiyana Rêber Apo de bû bûyereke dîrokî û li ser parastina ax û welat bandora xwe çêkir”

‘BEŞA WELATPARÊZÎ YA HERÎ GIRÎNG LI SER MILÊ JINÊ YE’

 Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Sureye Hebeş li ser mijarê hestên xwe wiha anî ziman: “Rêber Ocalan dibêje ‘Welatparêzî ev e ku tu xwedî li çand, ziman, netew û axa xwe derkevî'' û wiha dewam kir: “Dema me bi Rêber Ocalan re hevdîtîn kir me wateya jinê nas kir. Bi rêya Rêber Apo me zanî ku jina welaparêz xwedî li ziman, ax û çanda xwe derdikeve. Me bi rêya Rêber Apo zanî ku beşa welatparêzî ya herî girîng li ser milê jinê ye.”

Sureye Hebeş diyar kir ku di sala 1986’an de partî nas kiriye û wiha got: “'Piştî hevdîtina bi Rêber Ocalan re kesayetên nû derketin. Rihê welatparêzî xwe belavî hemû pêkhateyan kir. Ji ber vê yekê yên ku di şoreşa Rojava de şer kirine, ne bi tenê Kurd bûn, kesên ji neteweyên cuda jî di nava şoreşê de cihê xwe girtin. Welatparêzî sekn û helwesta mirovan nîşan dide.”

Sureye Hebeş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê her kes xwedî li fikra Rêber Ocalan derbikeve û wiha dewam kir: “Rêber Apo ji kesayeta xwe re xebat nekir wî ji gel re xebat kir. Bi saya paradîgmaya Rêber Ocalan gel zane bû, bi çanda xwe mezin bûn û zarokên xwe jî bi vê çandê mezin kirin.”