Welatiyên Serêkaniyê ji bo Azadiya Ocalan meşiyan

Bi hezaran welatiyên Serêkaniyê, meşek lidar xistin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Li Serêkaniyê bi hezaran Kurd, Ereb û Suryanî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.

Meş ji ber Meclîsa Mala Gel a Serêkaniyê destpê kir. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û pankartên li ser ”Bê serok jiyan nabe , na ji dagirkeriya dewleta Tirk re”hatinbûn nivîsîn vekiribûn. Her wiha meşvanan bê navbera dûrişmeyên azadî ji bo Ocalan û şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan berz kirin. Meş li Qada Şehîdan veghurî mîtîngê.

Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demoqratîk a Kantona Cizîrê Cahîd Hesen axivî. Cahid diyar kir ku hemû destkeftiyên ku Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û taybet Rojava di salên dawî de bi destxistne, bi saya ked û xebata Rêber APO û şehîdan bû.

Endama Kongreya Star a Serêkaniyê Zozan Hesen jî axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya Ocalan kir.

Mîtîng bi dûrişmeyên”Bê serok jiyan nabe” û “Bijî serok APO” ve bi dawî bû.