Welatiyên navçeya Şêran ji bo Ocalan meşiyan
Welatiyên navçeya Şêran a Kantona Kobanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan.
Welatiyên navçeya Şêran a Kantona Kobanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan.
Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) a Kantona Kobanê bi dirûşmeya”Em ê pergala Îmralî perçe bikin û bi Rêber Ocalan re bi azad bijîn” li navçeya Şêran bi tevlîbûna bi welatiyên navçeyê gundewarên wê, meşeke lidar xistin.
Welatî li ber avahiya Mala Gel a navçeya Şêran kom bûn û pankartên bi nivîsên “Rêber Ocalan Kobanê rizgar kir, wê Kobanê Rêber Ocalan rizgar bike” û “bi ruhê berxwedana Kobanê wê Rêber Ocalan rizgar bibe”vekiribûn, ala TEV-DEM, YPJ/YPG`ê û her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirin.
Meş ku ji ber Mala Gel hate destpêkirin heta gundê Tilêcib dewam kir.
Li ber dibistana gundê Tilêcib meş veghurî mîtîngê. Piştre jî Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Ferhad Dêrik axivî û wiha got: ”Eger hebûnek me heye û em dikarin serê xwe rakin, ev yek bi saya têkoşîna Rêber Ocalan e, ji ber vê yekê pêwîst e em hemû bêdeng nemînin û tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar bikin”.
Mîtîng bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû.