Welatiyên Mibicê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Xelkê Minbicê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Girê Spî û Serêkaniyê ya kete salvegera xwe ya yekemîn de bi meşekê protesto kirin.

Meş bi tevlibûna bi hezaran şêniyan, endamên saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî ji Çerxerêya Mîzan a li rojavayê bajêr destpê kir.

Beşdarên meşê, wêneyên şehîdan, alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, alên ciwanan hildan.

Meş li kolana Wadî rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got: “Dewleta Tirk tevahiya pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike û sûcên der exlaqî li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Ji wê zêdetirî qada sûcên xwe fireh kir û mudexeleya Iraq û Lîbyayê kir. Di vê dawiyê de nakokiya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de bi zanabûn gur kir.”

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zanabûn siyaseta asîmîlekirinê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî meşand da ku demografiya wê biguhere.

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Ezab Ebûd îşaret pê kir ku salek di ser êrîşa hovane û wêranker a dewleta Tirk a li dijî herêmê re derbas bû û got: “Van sûcan li gel bêdengiya navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan rû dan. Civaka navneteweyî agirbest û tu lihevkirinên din ên di navbera aliyên navneteweyî de hate îmzekirin, dabîn nekir.”

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di axaftina xwe de da xuyakirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina Serêkaniyê û Girê Spî vîna gel û jiyana hevbeş kir hedef û wiha dewam kir: “Îro hîna em xwediyê vînê ne û hîna li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.”

Derwîş destnîşan kir ku dewleta Tirk ê ku parastin û piştgiriya gelê Sûriyê îdia dike, tenê gelê Sûriyê bi kar tîne da ku berjewendî û timayên xwe pêk bîne.

Şervan bang li tevahiya gelên herêmê kir ku berxwedanê berdewam bikin û vîna xwe xurt bikin da ku destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Endama Meclîsa Jinan a Minbicê û gundewarên wê Rîm Derwîş axivî û diyar kir ku ew bawer dikin ku berxwedan dê bi ser bikeve û dê Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bibin.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo axivî û got Erdogan dagirkirina welatê Ereban careke din û vejandina Împaratoriya Osmanî armanc dike. Ji ber wê mudaxeleya Sûriyê, Iraq û Lîbyayê kir, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, şêniyên wê dan koçberkirin û demografiya wê guhertin.