Welatiyên Hesekê li dijî tecrîdê meşiyan

Welatiyên Kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin.

Bi hezaran gelên Kantona Hesekê li Çerxerêya Şehîd Şahîn (Sînalko) ya bajarê Hesekê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hildan û pankartên ″Bimirin hêzên komploger”, “Bijî Rêber Ocalan” û “Soza me hilweşandina Girtîgeha Îmralî ye û jiyana azad bi Rêbertiyê re ye″ vekirin.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Şahîn destpê kir. Meşvanan bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re qîr kirin, daxwaza ji rêxistinên navneteweyî kirin ku têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan agahî parve bikin û ji bo azadiya fîzîkî bikevin nava liv û tevgerê.

Meş li Çerxerêya Şehîdan a li taxa Miftî bi dawî bû. Li wir Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî. Sarûxan dkhar êkr ku beşdariya hemû gelên herêmê ji bo meşê, bersiva kiriyarên DAIŞ′ê û dewleta Tirk dide û wiha got: ″Ocalan Rêberê gelên azadîxwaz e.″

Sarûxan di dawiya axaftina xwe de polîtîkayên hikûmeta AKP′ê li hember Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li ser dewleta Tirk bikin da rewşa Ocalan were zelalkirin.

Meş bi dirûşmeyên dilsoziya ji bo azadiya Ocalan ve bi dawî bû.