Welatiyên Efrîn û Şehbayê serdana Şehîdgehan kirin

Welatiyên Efrîn û Şehbayê di sibeha Cejna Qurbanê de çûn serdana gorên şehîdan ên li Şehîdgehan.

Di nava Kurdan de ku serdanên gorên şehîdan weke kevneşopiyekê lê hatiye, di cejnê de welatiyên Efrîn û Şebayê serdana gorên şehîdên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, kirin.

Li Şehîdgeha li Ehrezê destpêkê deqeyek rêz hate girtin û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehba Mihemed Wilo û li ser navê Rêveberiya Kantona Efrînê jî Newroz Efrîn axivîn. Di axaftinan de şehîd hatin bibîranîn.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze vîna gelê Efrînê yên koçî Şehba kirine bişkînin û anî ziman ku wê ji bo vegera Efrînê li ber xwe bidin.