Welatiyên Çiyayê Kizwanan ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Welatiyên gundewarên Kizwanan ji bo şermezarkirina tecrîd, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek lidar xistin.

Meşa ku ji aliyê Kongreya Star ve hat organîzekirin , bi beşdariya bi sedan welatiyên herêmê ji gundê El-Gira ber bi çiya ve meşiya.

Meşvanan wêneyên hersê jinên têkoşerên Kurd Sakîne Canisz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan û pankartên ku tecrîda li ser Ocalan hildan şermezar dikin bilind kirin. Her wiha meşvanan dirûşmeyên ″Bijî berxwedana Ocalan″ qîr kirin.

Dema ku meş giha çiya, li wir deqeyek ji bo hemû giyanên şehîdên têkoşîna azadiyê hate girtin. Piştre li ser navê jinên Çiyayê Kizwanan Elya Îsa axivî û soza heta azadiya Ocalan wê çalakiyên xwe bi rengên cihê bidomînin.

Meş bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan bi dawî bû.