Wekî navçeyên Rihayê bi rê ve dibe

Derket holê ku di 2,5 salên dawîn de plana bi navê ‘Herêma ewle’ ya dewleta Tirk ku beriya ji bo êrişa li ser Serêkaniyê û Girê Spî qal dike, projeyeke dagirkeriyê ye.

Dewleta Tirk ji Cotmeha 2019’an û vir ve dema Serêkaniyê dagir kir, ev der wekî herêmên din ên dagirkirî jî kir navenda guherandina demografiyê, qirkirin û terorê û pê re jî ev der wekî navçeyeke Tirkiyeyê bi rê ve bir. Destûr neda avadaniya xwe ya bi navê ‘Meclîsa Herêmê ya Resûlaynê’ jî bajêr bi rê ve bibe. Serêkaniyê û Girê Spî, du sal û nîv in ji aliyê MÎT û Walîtiya Rihayê tê birêvebirin. Bajar, perwerdehî, jiyana civakî, darizandin û ragihandin û hemû qad û war li gorî feraseta Tirk-Îslam tê dîzaynkirin. Artêşa Tirk ji herî kêm 38 baregehên xwe tevî çeteyên xwe êrişî qadên wekî Til Temir û Zirganê jî dike.

Dewleta Tirk di 2,5 salên dawîn de li Serêkaniyê ya dagirkirî ji rojhilatê Zirganê heta Til Temir û başûrê Mebrûkayê baregeh ava kiriye. Li gundên Til El Çima, İnêk El Hewa, Til Etaş, Dawudiyê, Bab El Ferac , El Seyîdat, El Seyîd, Um Dibsa, Erbe’in, Hiweş Niêm, Kinêhir, Tirwaziye, El Emir, Nestel, Til Erqam, Aziziye, Ewdaniyê, Um Dibis, Kuh Şilah, Til Xerab, Mişrafa, Şilah û Hewasê baregehek, li navenda bajarê Serêkaniyê baregehek, li gundên El Hewa û Amiriyê 2, li Girê Şehîd Dilşêr ê li kêleka gundê Amiriyê 1, li xaçerêka gundê Xirbêt Benat û gundê Rizicê 1, li nêzî gundê Dihmetê 1, di navbera gundên Bab El Xêr û Îşbayê 1, li ser rêyên gundên Mişrafa û Diware 1 di navbera gundên Salihe û Suda Tiltemirê 1, li Til Xelefê 1, li bakurê Zirganê di navbera gundên Mirêkîz û Bab El Xêrê 1, li nêzî îstasyona elektrîkê ya Mebrûkayê jî 1, bi giştî 38 baregeh ava kiriye.

Li gelek baregehan obus hene û bi van obusan Zirgan û Til Temir tên bomberdûmankirin. Baregeha li El-Seyîdat navenda çekên giran e û di warê bomberdûmankirina Til Temirê de roleke wê ya mezin heye. Baregeha li dibistana El Razî ya li herêma Serêkaniyê jî ji aliyê yekîneyên êrîş û rêveberiyê yên dewleta Tirk tên bikaranîn. Li Serêkaniyê baregeha herî mezin a dewleta Tirk li gundê Dawudiyê ye. Ji sedî 80 û 90’ê vî gundî ji bo vê baregehê hate hilweşandin û her der rast kirin. Li vî gundî hêzên komando yên dewleta Tirk heye. Li baregeha gundê Eziziyê jî wesayîtên hewayî yên bêmirov lê tên firandin.

DI NAVBERA ÇETEYAN DE PAR VE KIR

Li Serêkaniyê tevî leşkerên Tirk çete jî hene. Bajar ji aliyê Tirkiyeyê di navbera çeteyan de hatiye parvekirin. Li navenda Serêkaniyê hemû çete û navendên wan hene. Li xetên eniyê yên Serêkaniyê jî li gorî fermanên dewleta Tirk xwe bi cih kirine.

*Li beşeke eniya li hemberî herêma Til Temirê, çeteyên Tûgatya Hamza ya ku El Miwalî jî tê de hene, li beşekê jî çeteyên Sultan Mûrat û Feylaq El Rahman hene.

*Çeteyên Ceyş El Îslam û Tûgaya Mûtasim, ji eniya hemberî Zirganê heta ser sînorê Tirkiyeyê, li rojava jî ber bi bajarê Serêkaniyê cih digirin.

*Ehrar El Şarqiye, Şuheda Bedir û Firqa 20 ber bi rojava ve xeta diçe heta Mebrûkayê, ber bi rojhilat ve jî li ser xeta diçe Serêkaniyê hatine bicihkirin.

JI NAV ÇETEYAN POLÎS ÇÊKIRINE

Dewleta Tirk wekî rewşa Efrînê ji nav çeteyên li Serêkaniyê, polîsên leşkerî û sivîl ava kirine.Her du jî fermanê ji dewleta Tirk distînin.  Saziyên ‘polîsên sivîl û leşkerî’ yên ku dewleta Tirk ji çeteyan ava kiriye, ne ku ji bo îstîkrara li bajêr xurt bike, ji bo ku zexta li ser gel zêde bike û mudaxeleyî şerên di navbera çeteyan bike, derbarê kesên li dijî dagirkeriyê îstîxbaratê kom bike, ava kiriye.

JI WALÎTIYA RIHAYÊ TÊ RÊVEBIRIN

Serêkaniyê beriya ku têkeve bin dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê Meclîsa Gel a Serêkaniyê dihat rêvebirin. 31 kes di vê meclîsê de hebûn. Hemû gel û baweriyên di bin Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê di vê meclîsê de dihatin temsîlkirin. Li bajêr jî wekî navçeya Zirganê û 6 bajarokan, şaxên îdarî û xizmetê hatibûn avakirin. Li navenda bajêr 62, tevî gundan jî li Serêkaniyê 144 komun hebû.

Bi dagirkeriya dewleta Tirk re, wekî navçeyeke Rihayê ji aliyê Walîtiya Rihayê tê rêvebirin. Dewleta Tirk li ser vî esasî şaxên gelek saziyên girêdayî Tirkiyeyê ava kir. Yek ji van jî şaxa PTT ye ku di 8’ê Çileya 2020’an de hate avakirin. Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û hinek leşkerên dagirker ên li herêmê tevlî vekirina şaxa PTT’ê ya mobîl bûn.

WALÎTÎ Û MÎT BI HEV RE DIXEBITIN

Endamê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçê ya Serêkaniyê parêze Ciwan Îso jî diyar kir dewleta Tirk Serêkaniyê wekî bajarê xwe dibîne û got “Waliyê Rihayê her dem tê Serêkaniyê. Tê serdana çeteyan, qaşo meclîsa herêmî û saziyan. MÎT û walîtî hev re dixebitin. Hinek parlementerên AKP’ê jî tên serdana Serêkaniyê. Ji xeynî vê rayedarên sivîl û leşkerî jî tên serdanê. Li qadên hatine dagirkirin, her kes li gorî fermana MÎT’ê tevdigerin. Çete jî li gorî fermanên ji MÎT’ê hatine, tevdigerin.”

‘MECLÎSA HERÊMÎ YA RESÛLAYNÊ’

Dewleta Tirk piştî dagirkeriyê ji bo ku nîşan bide Serêkaniyê ji aliyê sivîlên ji Serêkaniyê tê rêvebirin, di 8’ê Mijdara 2019’an de meclîseke derewîn a bi navê ‘Meclîsa Herêmî ya Resûlaynê’ ava kir. Ev sazî ji bo rêveberiya bajêr tu roleke wê tune û li gorî fermanên Walîtiya Rihayê û MÎT’ê tevdigere.

Ciwan Îso diyar dike rêveberên vê meclîsê jî Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê ne yên ku ji sala 2011’an û vir ve li Tirkiyeyê dijîn û got “Ev kes li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin û amadekirin. Piştî dagirkeriyê bi qasî mehekê ev meclîs hate îlankirin û çûn Serêkaniyê. Gelek ji wan ne ji Serêkaniyê ne. Diyar dikin ev ev meclîs girêdayî koalîasyona çeteyan a ku qaşo mûxalefeta Sûriyeyê ye. Di esasê xwe de jî fermanan ji Walîtiya Rihayê distînin. Walî jî fermanan ji MÎT’ê distîne. Endamên meclîsê dibêjin ‘Em bajêr bi rê ve dibin’ Lê di warê rêveberiya bajêr de tu roleke wan tune. Hejmara wan gelekî zêde dibe. Hinek ji wan ji Serêkaniyê bû lê a niha ne li Serêkaniyê ne. Kes nizane li ku ne. Hinek ji wan bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk xistine vê meclîsê. Ev kesên sivîl û serbixwe bûn lê dewleta Tirk ji bo vê meclîsê fermî bike, zext li van kesan kir. Ji wan kesan yek jê Çeçen, yek jê Tirkmen û yek jî Kurd bû. Bi darê zorê ev kes xistin meclîsê lê ji zû ve ye ne diyar e ev kes li ku ne.”

DIXWAZIN WAN BIKIN TIRK

Dewleta Tirk li hemû qadên ku dagir kiriye, perwerdehiya li Serêkaniyê jî li gorî feraseta Tirk-Îslamê guherandiye. Di dema Rêveberiya Xweser de li dibistanan zimanê perwerdehiyê Kurdî, Erebî û Siryanî bû. Li Serêkaniyê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye jî perwerdehî bi Erebî û Tirkî ye û li gorî mufredata Wezareta Perwerdehiyê ya Tirk tê kirin.

Dewleta Tirk ji bo ku Serêkaniyê û Girê Spî wekî bajarekî Tirkan dîzayn bike, di bin banê Navenda Koordînasyon û Alîkariyê ya Sûriyeyê ku ji aliyê walîtiya Rihayê ve hatiye avakirin, dersên Tirkî dide. Li Serêkaniyê a niha ji sedî 95’ê nifûsê Ereb e, lê li her qadê Tirkî tê teşwîqkirin û dixwazin Ereban asîmîle bikin.

Dewleta Tirk wekî li Efrînê li Serêkaniyê û Girê Spî jî bi deh hezaran çeteyên cîhadîst û malbatên wan li bajêr bi cih kirine. Di heman demê de muftîiya Riha û Serêkaniyê ya Tirkiyeyê jî ji bo ku kursên Quranê veke û karên dîn bike, peywirdar kiriye. ÎHH jî di nav vî tiştî de cih digire, li mala gelek hemwelatiyên neçar mane koç bikin, di bin navê ‘Kursên Quranê’ de li gorî feraseta Îslama Îhvan û Selefî ders tên dayîn. Ji ÎHH heta Weqfa Mûrat Hudavendîgar gelek Îslamîst, Osmanîparêz û qaşo saziyên alîkariyê li Serêkaniyê kursên Quranê û dibistanên leylî yên Îmam Hatîbê ava kirine û li van dibistanan nifşekî nû yê Tirkparêz û Îslamîst ên ji nasnameya Sûriyeyê hatine pakkirin, mezin dikin.

ÇETEYAN Û MÎTÊ ZINDAN AVA KIRINE

Tê zanîn ku li Serêkaniyê çeteyan gelek mal veguherandine zindanan lê hejmara wan baş nehatiye tespîtkirin. Lê li taxa Zorava ya Serêkaniyê girtîgeheke navendî avakirine. Ev girtîgeh qaşo di bin kontrola çeteyan de ye lê tê diyarkirin xebatkarên MÎT’ê jî tevlî hinek lêpirsînan dibin.

Di navbera sînorê Serêkaniyê û Tirkiyeyê jî li cihekî nêzî derî, girtîgeheke taybet a li gorî îstîxbarata Tirk hatiye avakirin. Li vir êşkenceyên giran li kesên ku bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê xebitîne yan jî tê îddîakirin xebitîne, tê kirin.

Endamê Têkiliyên Derve yê Komîteya Koçê ya Serêkaniyê parêze Ciwan Îso diyar dike carinan van girtiyan dibin Tirkiyeyê.

KESÊN HATINE REVANDIN Û BIRINE TIRKIYEYÊ

Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî di warê darizandinê de jî hiqûqa navneteweyî bin pê dike. Kesên ku hemwelatiyên Sûriyeyê ne, direvînin dibin Tirkiyeyê û wan dixin zindanan û van kesan li dadgehên Tirkiyeyê didarizînin. 90 kesên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hatine revandin ligel ku ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne, xistine zindanan. 48 kes jî nasnameya wan a Sûriyeyê li ber çavan nehatine girtin û ji 13 salan heta muebetê ceza li wan hatiye birîn.

DADGEHÊN DAGIRKERIYÊ

Piştî dagirkirina bajêr di 6’ê Mijdara 2019’na de li Serêkaniyê û Girê Spî bi navê ‘dadgeha leşkerî’ dadgeheke dagirkeriyê ava kirin. Ragihandin ku ji bo xizmeta li herêmê were başkirin û ji bo problemên hiqûqî were çareserkirin, ev dadgeh hatine avakirin. Lê berevajî wê ji bo ku dagirkerî were meşrûkirin û li ser hemwelatiyan were ferzkirin, ev  dadgeh hatin avakirin.

Ciwan Îsso diyar kir li bajêr dadgeheke qaşo sivîl jî hatiye avakirin û got “Ji roja ku ava bûne û heta niha tu qanûneke wan a fermî tune. Serêkaniyê li gorî qanûnên rewşa awarte bi rê ve dibin. Ev dadgeh ne fermî ne. Endamên dadgehê jî çete ne û rêveberiya dadgehê girêdayî Tirkiyeyê ne. Yek jê Tirk e yê din ji Sûriyeyê ye. Bi roj tên Serêkaniyê û êvarî jî vedigerin Tirkiyeyê. Rêveberekî dadgeha leşkerî Tirkekî ji Rihayê yê bi navê Îmon Alî ye. Rêveber û dadgerê qaşo meclîsa sivîl jî kesekî bi navê Mûstafa Ahmet e. Ev kes jî ji Sûriyeyê ye û hemwelatîbûna Tirkiyeyê stendiye. Mala wî li Tirkiyeyê ye. Ev kes li Serêkaniyê jî najîn. Dewleta Tirk ev kes peywirdar kirine.”