‘Wê encama dek û dolabên Erdogan ji bo Tirkiyeyê bibe karesat!’

Hevserokê Meclîsa Kobanê Mistefa Îto diyar kir ku wê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi lîstikên xwe yên qirêj hem dawiya xwe bîne hem ji bo gelên Tirkiyeyê rê li ber karesetê vebike.

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Îtor, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Îto bal kişand li ser hilbijartinên nêz dibin û diyar kir ku dewleta Tirk senaryoyên nû dinivîse û wiha axivî: ‘’Dewleta Tirk a dagirker, ji duh êvarê ve seranserê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafiran dide ber bombeyan. Dewleta Tirk, van êrîşan bi hincetên derewîn dike. Bûyera li Taksîmê dike hincet da ku heyfa xwe ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilîne. DAÎŞ’a ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe piştgiriya wê dikir, bi destê gelan li vir têk çû. Lê divê mirov baş pê bizane ku heke hêzên navneteweyî nebêjin erê wê dewleta Tirk newêre êrîşên wiha bike. Banga me li koalîsyona navneteweyî ew e ku bi erka xwe ya exlaqî rabibin. Lewre wê her kes ji van êrîşan zerarê bibîne.Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê wê qels bibe û teror wê cardin li cîhanê bi ser bikeve.“

Îto anî ziman ku hemû pêkanînên derhiqûqî yên dewleta Tirk, li ber çavan in û got: “Demografiya herêmê diguherînê û dixwazê lê dewam bike. Lê ji tecrûbeyên êrîşên sala 2019’an hatine wergirtin jî em baş dizanin ku gelên herêmê, hem jî hêzên leşkerî hemû tidarekên xwe kirine.

Dewleta Tirk, bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî tengav bûye. Dîsa xwe amadeyê hilbijartinê dike. Ji bo karkirina hilbijartinan hewil dide ku kartên nû werbigire. Erdogan wê bi van lîstikên qirêj hem dawiya xwe bîne hem jî dawiya hemû hêzên tarî bîne.“