‘Wê DYA di demeke kurt de ji Sûriyeyê dernekeve’

Çend roj in ku gotinên Donalt Trûmp ên ku digot, ‘Ew ê DYA ji Sûriyeyê derkeve’ tên nîqaşkirin. Hat ragihandin ku piştî civîna Rûsya, Enqere û Îranê, Trûmp îro biryareke cihê stendiye.

Di nûçeyên Reûters û CNN’ê de tê diyarkirin ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp piştî bi hevdîtinên bi şêwirmendên xwe yên leşkerî fikra xwe ya ‘Derketina ji Sûriyeyê’ guherandiye.

Li gorî nûçeya Reûtersê ya ku xwe dispêre rêveberên payebilind, ev fikir serdest e ku wê DYA di demeke kurt de ji Sûriyeyê dernekeve. Tê diyarkirin ku şêwirmendan xisara derketina zû ya ji Sûriyeyê ji Trûmp re ragihandine.

Li gorî nûçeyeke CNN a ku ew jî xwe dispêre rayedarekî payebilind, tê ragihandin ku şêwirmendan ji Trûmp re gotine ku hê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê neqediyaye.

Tê diyarkirin ku rêveberiya DYA naxwaze ku leşkerên wan heta demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne.

Hefteya borî Trûmp daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew ê leşkerên xwe yên li Sûriyeyê di demeke kurt de derxînin, lê rayedarên leşkerî daxuyaniyeke berevajî vî tiştî dabûn. Herî dawîn Fermandarê Hêzên Navendî yê DYA’yê Joseph Votel di konferansekê de axivîbû û diyar kiribû ku plana wan ne ev e ku di demeke kurt de ji Sûriyeyê derkevin.

Balkêş e ku biryara li Qesra Spî ya têkildarî Sûriyeyê, piştî civîna Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya îro pêk hat.