Va ye  cihên ku dewleta Tirk lê zarok qetil kirine...

ANF’ê xwe gihand cihê ku zarok lê hatin qetilkirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li ser Efrînê di roja 31’an de didomin. Îro di êrîşan de artêşa Tirk a dagirker carek din zarok kirin hedef. Di êrîşên li ser gundê Basute yê navçeya Şerawa de Heyva Mihemed Kelho ya 13 salî şehîd bû,  7 jê zarok 10 kes jî birîndar bûn.

ANF’ê dîmenên cihên ku êrîşî zarokan hatî kirin tomar kir.

Di dîmenan de jî terlikên bi xwîn yên zarokan xuya dike.

Di êrîşan de Heyva Mihemed Kelho ya 13 salî şehîd bû, Dilber Kelho (13), Mihemed Ziyad Nebi (9), Henan Mihemed Kelho (11), Şivan Xelil Kelho (7), Xelil Nebil Kelho (42), Jinav Ziyad Kelho (8), Ava Xelil Kelho (11), Dijwar Nezmi (8), Basil Cuma Omer (27), Rami Cuma Ebdulah (28) jî birîndar bûn.