Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan bi daxuyaniya nivîskî ku da, got: “Dewleta Tirk a faşîst bi planê nû yê dagirkirinê di serî de Kobanê êrîşê seranserê Rojava dike. Êrîş bi balafirên şer, balafirên biçek ên bêmirov hatin kirin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û sivîl şehîd bûn, leşkerên hêzên rejîmê hatin kuştin.“
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Dijmin, di televîzyonann de propagandaya ku ‘terorîstan ji xwe re dike armanc’ dike. Lê her kes pê dizane ku êrîş li dijî gelê Rojava tên kirin.
Şoreşa li Rojava, şoreşa jinan e û li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê cihê hêviyê ye. Dewleta Tirk, hewil dide ku bi van êrîşan ji nav krîza aborî û siyasî derbikeve. Gerîla du sal in li Başûrê Kurdistanê li dijî heman êrîşan li ber xwe didin.
Em Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan a hêza parastinê ya Ermenan li Rojava, bi hêzên din QSQ jê pêk tê, em ê terka çeperên xwe nekin. Êrîşên dewleta Tirk a faşîst wê bê encam bimînin.“