Tu carî gazîbûn ji xwe re nekirin astengî

Ridwan Mihemed diyar kir ku gaziyên şer ên Rojava ji ber ku dizanin ji bo kîjan armancê parçeyek ji canê xwe feda kirine, heya niha jî xebatên xwe bi ruheke zindî didomînin.

Gaziyên şer yên ji bo ku gel bi aramî û azad bijî û dagirkerî li ser axa xwe qebûl nekirin parçeyek ji canê xwe feda kirin.

Di şoreşa Rojava de bi hezaran şehîd canê xwe fedayê ax kirin, ligel wan bi hezaran gazî jî çêbûn.

Gaziyên şer tu carî gazîbûn ji xwe re nekirin astengî û bi rêxistinkirina xwe, bi coşeke bilind karê xwe berdewam dikin. Her wiha tevî ku parçeyek ji canê xwe jî dane, lê dibêjin ku ji bo azadiya gelê xwe ew amade ne ku canê xwe jî feda bikin.

Endamê Komîteya Tendirustî ya Federsyona Gaziyên Rojava Ridwan Mihemed behsa sîstema karkirinê ya di federesyonê de kir û wiha got: “Ev bû 5 sal ku Navenda Federesyona Gaziyan ava bûye, lê berê bi şêwazê komîte xwe rêxistin dikirin, ji 2019’an de piştî ku konfransa federesyonê hate lidarxistin û di sala 2020’an fermî federesyon hate damezrandin. Federesyon di hundurê xwe de çend beşên weke tendirustî, aborî, ragihandin, arşîv û hwd dihewîne.”

‘EM Bİ HEV XURT DİBİN’

Ridwan Mihemed qala çawatiya jiyana rojane ya gaziyan kir û got: “Bi awayekî rojane bi moraleke bilind em karê xwe bi hevre dikin, divê gel ji derve ve li me meyze bike û bifikire bê ka çawa dibe ku em ji ber ku parçeyek ji canê me çûye em xemgîn nînin; ji ber em dizanin ku ji bo kîjan armancê me parçeyê canê xwe feda kiriye û ji ber wê morala me her tim bilind e. Em bi hev xurt dibin.”

Gaziyê şer Mihemed Ridwan herî dawî wiha îdîaya xwe anî ziman: “Em weke gaziyên Rojava emê ji bo ku gelê me bi azadî û wekehevî bijî, emê canê xwe jî feda bikin.”