TKŞ: Cejna Noelê pîroz be

TKŞ'ê li ser Cejna Noelê peyamek da û bi hêviya ku bibe wesîleya aştî û yekîtiya li herêmê cejna Noelê li gelên Xiristiyan û gelên herêmê hemûyan pîroz kir.

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bi wesîleya Cejna Noelê ya civata Xiristiyan peyamek weşand. Di peyamê de hate bibîrxistin ku gelên Xiristiyan du hezar sal in Cejna Noelê pîroz dikin û hate gotin, "Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gleên me yên Xİristiyan bi rengekî azad bi ol û baweriya xwe dijîn. Dewletên herêmê yên paşverû û dewletên emperyalîst ji vê yekîtiya ol û baweriyan aciz in. Lewma êrişên li ser şoreşa me giran kirine. Daxuyaniyên Beşar Esed ên ku Suryaniyan ji nedîtî ve tê û êrişên dewleta Tirk a dagirker çend ji van êrişane.

Dîroka şoreşa me, berevajî dîroka qetilkirina hev a gelan, dîroka jiyana bi hev re û aştiyane ya baweriyan e. Gelên me wê van destketiyan li hemberî her cûre êrişan biparêzin. Bi hêviya ku atmosfera aştî û yekîtiyê ya li herêma me xurtir bike Cejna Noelê di serî de li gelên me yên Xiristiyan li gelên herêmê hemûyan pîroz be."