TKŞ: Êrîş nikarin vîna me bişkînin, em li pişt QSD’ê ne

Yek ji nûnerên TKŞ’ê Fadya Sîdo êrîşên hewayî yên dewleta Tirk şermezar kir û got, “Ev êrîş nikarin vîna me bişkînin. Em ê her tim li pişt hêza xwe ya leşkerî QSD’ê bin û em ê piştgiriyê bidin wê.”

Yek ji nûnerên Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) Fadya Sîdo bertek nîşanî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk da û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Fadya Sîdo bi bîr xist ku şeva Şemiyê bajarên Şehba, Dêrik, Kobanê û Zirgan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bombebarankirin.

Fadya Sîdo wiha got: “Em vê êrîşê şermezar dikin. Ev êrîşeke hovane ye. Êrîşî gel, bajar û gundan dikin. Ev êrîş bi bêdengiya hêzên navneteweyî dewam dikin. Êrîşên dewleta Tirk ne êrîşên rojekê, mehekê û salekê ne. Deh sal in êrîşî bajarên me û gelê me dikin. Di encama bêdengiya hêzên navneteweyî de dewleta Tirk her tim êrîşên mezintir pêk tîne.”

Fadya Sîdo, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêmên dagirkeriyê berfireh bike, bi bîr xist ku bi êrîşa bombeyî ya weke kiryareke kontrgerîlayî ya li Stenbolê pêk anîn re kirin hêcet û dîsa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef nîşan dan.

Fadya Sîdo got: “Bi van êrîşan dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên qirêj berfireh bike û bajarên nû dagir bike. Hêz û piştgiriya gel îradeyeke mezin dide me. Hevgirtina gelan hêza herî mezin e. Em bi berxwedana li dijî dagirkeriyê bi rûmet û serbilind dibin. Heta em sax bin wê berxwedana me heta dilopa dawî ya xwînê bidome. Ev êrîş nikarin vîna me bişkînin. Em ê her tim li pişt hêza xwe ya leşkerî QSD’ê bin û em ê piştgiriyê bidin wê. Em ê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin. Em ê ti carî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk qebûl nekin.”