Tirkiyeyê kir ku komên Tirkmen êrîşî komên Ereb bikin
Komên Tirkmen ên ser bi Tirkiyeyê, li Cerablûs, Gendûra û Raî êrîşî komên Ereb kirin. Di vî şerî de zêdeyî 20 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Komên Tirkmen ên ser bi Tirkiyeyê, li Cerablûs, Gendûra û Raî êrîşî komên Ereb kirin. Di vî şerî de zêdeyî 20 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Tirkiyeyê, di nava sala 2016'an de ji bo axa Sûriyeyê pê dagir bike û li dijî Kurdan bide şerkirin, bi navê artêşa azad, komên Tirkmen û Ereb di bin sîwana Sûltan Mûrat de li hev civand. Piştî ku Tirkiyeyê ev kom li hev civand, di 24'ê Tebaxê de dest bi dagirkirina Cerablûsê kir. Piştî Cerablûsê ev kom derxist pêş û bi dorê Raî, Akhtarîn, Soran û herî dawî jî Bab dagir kir.
Piştî ku planên Tirkiyeyê yên li ser van koman çêkir bi ser neket, xwest ji van koman xilas bibe. Ewilî, piştî dagirkirina Cerablûsê, ji ber ku Tirkmenê ji Lazkiye yê bi navê Osman Salih kir berpirsyarê deriyê Cerablûsê di navbera wan û Ahrar Şarkiya de şer derket. Osman Salih birîndar bû. Ev şerê navbera komên Sûltan Mûrat, Feylak El Şam û Ahrar Şarkiye, ji ber sedemên cuda li Ezaz, Aktharîn û bi giranî jî li dora Babê dewam kir.
AHRAR ŞARKIYA HAT TASFIYEKIRIN
Bi şerê navbera Ahrar Şarkiyie û Sûltan Mûrad re, beşeke mezin a hêzên Ahrar Şarkiye bi dek û dolaban derbasî Îdlîbê hate kirin. Li Îdlibê jî vê carê di navbera El Nûsra û Ahrar Şam de şer hate derxistin. Feylak El Şam ku di vî şerî de di navbera Ahrar Şam û Nûsra de ma, hat tasfiyekirin. Fermandarê vê komê jî piştre li ser hêza ji aliyê Tirkiyeyê ve hate avakirin, hate danîn.
PIRSGIRÊKA ŞÊX BEREKAT Û KELEHA SAMAANÊ
Tirkiyeyê ev komê navborî, ji bo Bab, Minbic, Şêxler, Girê Spî, Şehba û Efrînê pê dagir bike, li hev civandibû. Ji ber ku ev armancên Tirkiyeyê yên bi van koman bi ser neket, vê carê jî Tirkiyeyê li rê û rêbazên xilasbûna ji van koman geriya, ku ji bo her endamekî van koman 350 dolar mehane maeş dide. Piştî şerê navbera Feylak El Şam û Sûltan Mûrat, li Ezazê di navbera komên Sûltan Mûrat, Nûrettîn Zengî û komên Asîfet Şîmal û Ehrar Şarkiye de şer derxist.
Tirkiye, ji bilî komên Tirkmen dixwaze ji hemû komên din xilas bibe, lewma ewilî maeşê wan birî. Piştre jî ev kom li aliyê Şehba, Bab, Ceablûs û Raiyê anî asta 'hûn li çareya serê xwe binêrin'. Van koman jî li gorî xwe bendên kontrolê danîn ser rêyan û ji wesayîtên diçin aliyê Minbic, Cerablûs, Raî, Bab û cihên din, bac standin.
Dewleta Tirk piştre xwest, li Girê Şêx Berekat û Keleha Samaan ê li nêzî Daret Îzzayê, tenê komên Tirkmen lê bin û li cem wan jî leşkerên artêşa Tirk bi cih bibin. Li Bab, Cerablûs, Gendûra, Raî, Akhtarîn, Soranê, di navbera Ahrar Şarkiye, Feylak El Şam, Asîfet Şîmal, Eniya Şam û komên Tirkmen de car carna şer qewimî.
HEDEFA VÊ CARÊ AHRAR ŞARKIYE
Di dawiya hefteya bihurî de Sûltan Mûrad û Ahrar Şam xwestin Ahrar Şarkiye û eniya din a Şamê û Asîfet Şîmal ji Bab û derdora wê derkevin.
Komên Mehmet Sûltan, Lîva El Hamza, Sûltan Mûrat ketin herêmên Feylak El Şam û Ahrar Şarkiye yên li Gendûra, Raî û Cerablûsê. Ji van koman xwest, ku derkeve. Ji ber ku van koman red kirin, şerekî dijwar di navbera wan de dest pê kir. Di vî şerî de ji komên Tirkmen û Ereb bi qasî 30 kes mirin. Gelek kes jî birîndar bûn. Birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê.
Sûltan Mûrat jî li Raî bi qasî 20 sivîl bi hinceta ku alîgirê Ehrar Şarkiye ye, binçav kirin.
TIRKIYEYÊ DEST BI TASFIYEKIRINA EREBAN KIR
Dewleta Tirk, van komên ku ji bo dagirkirinê bi kar anî, hewl dide ji meclîsê û nava saziyan derxîne. Ji ber vê yekê nakokiyên navbera komên Tirkmen, dewleta Tirk û komên Ereb ên di destpêka dagirkeriyê de rû da, vediguherin şer.
Çavkaniyên herêmî der barê mijarê de agahî dan û diyar kirin, li herêmên Gendûra, Cerablûs, Raî û herêmên din, ji nava 'meclîsên sivîl' û 'polîs' ên ji aliyê dewleta Tirk ve piştî dagirkeriyê hatin avakirin, Ereb tên derxistin û tasfiyekirin. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku di nava meclîsên sivîl de Erebekî bi tenê jî nehatiye hiştin û Tirkiye van meclîsan bi mirovên ji Tirkiyeyê tîne dadigire. Jİ ber ku Ereb di nav de nehiştiye, nakokî û şer dijwar dibin.