Tirkiye penaberên Sûriyeyê bi rengekî kêfî dersînor dike
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kir, ku li Tirkiye penaberên ji Sûriyeyeyê bi rengekî kêfî dersînor dike.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kir, ku li Tirkiye penaberên ji Sûriyeyeyê bi rengekî kêfî dersînor dike.
Desthilatdariya Tirkiyeyê propagandaya “vegera bi dilxwazî” ya penaberên ji Sûriyeyê dike. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) têkildarî mijarê raporek weşand û di rapora xwe de eşkere kir ku Enqereyê di navbera mehên Sibat û Tîrmeha 2022`yan de bi sedan mêr û ciwanên penaber ên ji Sûriyeyê destgîr kiriye û ew şandine Sûriyeyê.
HRW’ê di rapora xwe de hişyarî da û diyar kir ku rayederên Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Hin Sûriyeyiyên hatine dersînorkirin ji HRW`ê re got rayedarên Tirk ew ji malên wan, cihên karên wan û ji kolanan destgîr kirin, ew di şert û mercên xirab de hatine ragirtin û heqaret li wan hatiye kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ew neçar kirine ku formên vegera bi dilxwazî îmze bikin, piştre ew birin deverên li ser sînorê bakur ê Sûriyeyê û di bin gefa çekê de ew neçarî derbasbûnê kirin.
Lêkolînvana Mafên Penaberan a Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Nadiye Hardmen got: “Desthilata Tirkiyeyê bi sedan penaberên Sûriyeyî destgîr kirine û neçar hiştine ku ev kes vegerin Sûriyeyê. Bi vê yekê qanûnên navneteweyî binpê kirin.”
Hemwextî hewldanên dagirkeriya Tirk a nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, Erdogan ragihand ku ew dixwaze milyonek penaber li deverên bakurê Sûriyeyê yên ne di bin serweriya hikumeta Şamê de bi cih bike.
Di projeya Erdogan de 13 herêmerên dagirkirî hene, di serî de jî Ezaz, Cerablus, Bab yên bakurê Helebê, Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev yek bi hevkariya qaşo meclisên herêmî yên girêdayî çeteyên dagirkeriyê li wan herêman tê kirin.
Li wan herêman rewşa ewlehiyê aloz e û komên çete li ser parvekirina rêyên qaçaxçîtiyê û milkên şêniyên resen ên herêmê yên bi darê zorê hatin koçberkirin, li hev nakin. Li aliyê din jî kiryarên tundî û destdirêjiya li djiî sivîlên wan herêman heye, ev yek nîşan dide ku ew herêm ne ewle ne.