Tirkiye komeke nû ya çeteyan ava dike
Dewleta Tirk hewl dide ji bermahiyên çeteyên li Sûriyeyê 'artêş'eke nû ava bike.
Dewleta Tirk hewl dide ji bermahiyên çeteyên li Sûriyeyê 'artêş'eke nû ava bike.
Dewleta Tirk, li herêmên Sûriyeyê yê dagir kiriye, hêzeke nû ya leşkerî ava dike. Tê gotin, ev çeteya nû ji bermahiyên 'artêşa azad' a bi dewleta Tirk ve girêdayî tê çêkirin.
Rojnameya Şerq El Eswet a ji Erebîstana Siûdî, ku navenda xwe li Londonê ye, di hejmara xwe ya roja Yekşemê de nivîsek bi sernavê "Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê ji artêşa azad artêşeke nû ava dike" weşand. Rojnameyê agahiyên xwe yên li ser mijarê spart çavkaniyên artêşa azad û wiha dewam kir: "Tirkiye planan dike, ji bo li Bakurê Sûriyeyê artêşekê ava bike. Çavkaniyên ji Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam (Artêşa Îslam) ev agahî piştrast kirin. Hêzek ji 10 hezar kesî niha ji aliyê artêşa Tirk ve tê perwerdekirin."
Rojnameya Yenî Şafakê jî ku organeke nîv fermî ya AKP'ê ye, bi sernavê "Artêşa Azad a nû ava bû" nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat ragihandin, artêşa Tirk li herêmên ku di bin navê operasyona 'Mertala Firatê' de dagir kir, ji 29'ê Adarê û vir ve çeteyên xwe perwerde dike. Di nûçeyê de hat gotin, "Ji bo endamên artêşa azad, li kampên nû hatine avakrin, ji aliyê personelên Hêzên Taybet ên Artêşa Tirk perwerdeyeke hê rêxistinbûyî tê dayin."
Beriya destpêkirina operasyona rizgarkirina Reqayê, Tirkiye ji bo vê operasyonê bi çeteyên 'Mertala Firatê' bike, bi DYA re gelek danûstandin kiribû. Lê belê, ji ber têkçûna çeteyên wê li Babê û ji ber ku piraniya wan ji komên ser bi El Qaîdeyê tên, ev daxwaza Tirkiyeyê nehatibû qebûlkirin.
Tê zanîn, dewleta Tirk van komên çekdar gelek caran firotiye û niha jî ji bo careke din li dijî Kurdan bi kar bînin, her wiha ji bo pêvajoya piştî rizgarkirina Reqayê amade dike. Dewleta Tirk beriya niha tevî DYA di çarçoveya bernameya bi navê 'perwerde bike-bi çek bike' de hin kes li Tirkiyeyê perwerde kiribû û piştre ev çete teslîmî El Nûsra kiribû. Li ser vê yekê DYA ragihandibû ku ew bernameya 'perwerde bike-bi çek bike' disekinîne.