‘Tirkiye avê weke amûreke şer bikar tîne’

Di rûniştina dyemîn a Komxebata Avê ya Navneteweyî de, hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi kêmkirina ava çemê Dicle û Firatê, dixwaze têraxwebûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteng bike.

Beşa duyemîn a Komxebata Avê ya Navneteweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  li Salona Çandê ya Serdem a li Hesekê dom dike.

Di komxebatê de pisporê nakokiyên jeostratejî Gerard Chalian, damezrînerê Rêxistina Sully Dirty Alan Bound, Dr. aborî û endazyariya çandiniyê Hesen Ezam, cîgira koordînasyona Ewlehiya Xwarinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lorîn Betal û Dr. aboriyê Ehmed Berekat amade bûn.

Komxebat li ser 4 beşên sereke hat birêvebirin; şerê avê, nakokiyên navneteweyî, bandorên siyasî li krîza avê, bandore yekser ên astengiya avê li çandiniya herêmê.

Axaftvaan di komxebatê de wiha got: "Bê guman peyman hene ku divê tu alî avê û jêderên geşkirina mayînde ji bo armancên siyasî bi kar neyne, mafê tu kesî nîne ku bi ewlehî û aramiya gelan bi rêya bikaranîna pêdiviyên wan ji bo berjewendiyên xwe bilîze."

Axaftvanan wiha domand: "Hikumet mîna hikumeta Tirkiyê vê yekê paşguh dikin. Her wiha dewleta Tirk hewl dide siyasetên xwe pêk bîne ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc bike û xwe wek aliyekî siyasî ferz bike ku bêyî wê li Rojhilata Navîn nabe, her wiha da ku fişarê li aliyên siyasî yên dîtir ên destwerdanê li krîza Sûriyê dikin, bike. "

Axftvanan diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di radeya yekemîn de xwe dispêrin çandinî û sewaldariyê, lê dewleta Tirk armanc dike ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwetêrkirinê pêk neynin.

Di komxebatê de axaftvanan anî ziman ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna avê li çemên Dicle û Firatê çandinî kêm bûye, her wiha çandiniya bejî jî bi kêmbûna baranên di salên borî de bandor bûye.

Axaftvanan bandorbûna berhema çandiniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi xwe re bandorekê li pêşerojê û ewlehiya xwarinê ya li herêmê bike. Girêdayî wê bi awayekî eşkere kêmbûna madeya sereke ya xwarinê hat dîtin, ew jî nan e.

Axaftvanan da xuyakirin ku li kêlek çandiniyê sewaldarî jî bandor bûye, ku êm kêm bûye.

Axaftvanan her wiha bal kişandin ser astengiyên li hember herêmê, di serî de jî kêmbûna baranê, qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve, derketina stasyonên Elokê ji xizmetê ji ber dagirkirina herêmê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, hilweşîna nirxa lîreya Sûriyê û keysbazîkirina daneyên çandiniyê ji hêla bazirganan ve.

Komxebat bi beşa sêyemîn de berdewam bike.