‘Ti encamek ji hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de derneket'

Seroka Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriye ya Demokratîk Îlhan Ehmed, destnîşan kir ku ti encamek ji hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Şamê de derneketin.

Panela 8`emîn a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê ve” destpê kir. Panel ji bo mîsogerkirina hemwelatîbûnê û mafên hemû pêkhateyên li Sûriyeke yekbûyî, xurtkirina ruhê kollektîf li saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl, tê lidarxistin.

130 nûnerên eşîr, partî û hêzên siyasî, ENKS`ê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, rewşenbîr, hiqûqnas û kesayetên serbixwe beşdarî panelê bûne.

Endama Meclîsa Rêveber a MSD`ê Canda Mihemed di destpêka panelê de axivî û wiha got: “Geşedan, tevlîhevî û xetereyên herêmî û navneteweyî di van rojan de bi lez bi pêş dikevin.”

Canda Mihemed destnîşan kir ku di ser serhildana azadiyê re 10 sal derbas bûn ku piştre veguherî aloziyê û rewşa welat xerab kir û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke demokratîk ava kir û herêm ji gelek kerastan parastin.

Piştre Seroka Meclîsa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û daxuyand ku bûyerên heta niha qewimîne û yên ji niha û pê ve rû bidin, dê li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran bin û got: “Me dît ku girîng e em aliyên siyasî binirxînin da ku em nêrîn û pêşniyarên girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê bigirin.”

Îlham Ehmed diyar kir ku rewşa ku gelê Sûriyê tê re derbas dibe, pir bi girêk û aloz e û hêzên derve aloziya Sûriyê di nava xwe de nîqaş dikin û wiha got: “Me dît çawa civînên Astana û Cinêvê tu encam bi xwe re neanîn, ji ber ku nêrîna aliyên rasteqîn ên Sûriyê di wan civînan de tune bû.”

Her wiha Îlham destnîşan kir ku civînên wekî Astanayê hatine lidarxistin, bi xwe re bûyerên ku demografiya Sûriyê guherandin, anîn û bandor li gelê Sûriyê kir û wiha pêde çû: "Di heman demê de nîvê gelê Sûriyê da koçberkirin û bi hezaran ji wan di bin enqazan de jiyana xwe ji dest da. Ji ber nakokiyên di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyonê de, Sûriye bû xwelî. Wekî Sûriyê em li pêş aloziyeke mezin in, me nîvê erdê xwe ji dest da.”

Seroka Meclîsa Rêveber a MSD`ê Ehmed diyar kir ku hikumeta Şamê di zîhniyeta xwe ya desthilatdar de bi israr e û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tawîzan nade. Her wiha Îlham da zanîn ku opozîsyon xizmeta ajandeyên derve û nexasim ajandeyên dewleta Tirk a dagirker dike û nakeve xizmeta şoreşa Sûriyê û ev nirxandin kir: “Destpêkê, şoreşa Sûriyê aştiyane bû û banga azadiyê dikir. Piştre berê wê hate guhertin û veguherî opozîsyoneke çekdar ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nake.”

Ehemd destnîşan kir ku hikumeta Şamê xwe wek xwediyê resen ê Sûriyê bi nav dike û wiha domand: “Ji lewre, dem bi dem nameyan ji şêniyên herêmê re dişîne û hewl dide ku gel îqna bike ku vegerin herêmê. Ev hewldan dikevin çarçoveya şerê taybet ê hikumeta Şamê. Bûyerên li Dêra Zorê jî bi destê hikumetê hatin pêkanîn.”

Her wiha Îlham Ehmed bi bîr xist ku li şûna ku hikumeta Şamê aloziya Sûriyê çareser bike, aramî û ewlehiya herêmê têk dibe û fitneyê di nava Kurd û Ereban de derdixe. Îlham wiha got: “Hikumeta Şamê hemû hewldanên ku bi armanca gihîştina lihevkirinê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî tên kirin, asteng dike.”

Îlham di dewama axaftina xwe de wiha da zanîn: “Heke em bi awayekî baş ava bikin, dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingeha derbaskirina Sûriyê ji bo qonaxeke nû bin.”

Ehmed piştrast kir ku hevdîtinên wan bi hikumeta Şamê re tu encam bi xwe re neanîn û wiha got: “Rûsyayê rola garantiyê girt ser xwe, lê belê di wê yekê de bi bin ket.”

Îlham Ehmed her wiha bal kişand ser diyaloga Kurdî-Kurdî û ev nirxand kir: “Bi destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî re, îdiayên dibêjin ku ev diyalog xizmeta projeya veqetandinê dikin, Kurdan hemû berhemên binerd ên herêmê bi dest xistin û Ereb jê hatin mehrûmkirin, hatin belavkirin.”

Îlham daxuyand ku diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo yekkirina refa Sûriyê girîng in û hemû nûçeyên ku dibêjin dê herêm wekî herêma Kurdistanê bibe xakeke parçebûyî, ne rast in. Her wiha got îdiayên tên belavkirin bi armanca sorkirina dewleta Tirk in ku êrişên nû li dijî herêmê pêk bîne.

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran vebû. Mijarên hatin nîqaşkirin girêdayî diyalogên bi opozîsyonê û hikumeta Şamê re û diyaloga kurdî-kurdî, însiyatîfa QSD`ê ya yekkirina refa Kurdî û rola jinan di aliyê siyasî de.