Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava konferansa xwe ya 6'emîn pêk tîne
Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava (TEV-ÇAND) konferansa xwe ya 6'emîn kom kir. Konferans di roja duyemîn de ye.
Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava (TEV-ÇAND) konferansa xwe ya 6'emîn kom kir. Konferans di roja duyemîn de ye.
Duh 6'emîn konferansa TEV-Çandê ya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya "Çand, ziman û erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkeve", hate destpêkirin.
Konferans li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê bi beşdarbûna 200 delegeyên ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didome.
Di roja yekemîn a konferansê de axaftin ji aliyê beşdaran ve hat kirin, belgefîlmek li ser Tevgera Çand û Huner hate pêşkêşkirin.
Her wiha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê rola çand û huner di şoreşê de hatin xwendin û rapor kar û xebatên du salan hatin xwendin û nîqaş der barê wan de hate kirin.
Konferans di roja duyemîn de ye. Roja duyemîn a konferansê bi xwendina rêziknameyê dest pê kir.
Konferans didome.