TEV-DEM: Xwedî li berxwedana Efrînê derkevin

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê ji bo salvegera yekemîn a êrîşên li ser Efrînê û dagirkirina wê daxuyaniyek da. TEV-DEM’ê banga xwedîderketina li berxwedana Efrînê kir.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

EFRÎN ARAM BÛN, ÊRÎŞ KIRIN

"Tevî rewşa şer a li herêmê jî li Efrînê aramiyek hebû. Bi deh hezaran gelê Sûriyê ji herêmên Helebê û herêmên din berê xwe danê. Ji ber ku aramî li wê derê hebû. Rêveberiya wê hate avakirin. Di rêveberiya wê de pir rengî û şirîkatî hebû. Sêkoşeya Efrînê mînaka biçûk li ser Sûriyeya demokrtîk û projeya çareseriya demokratîk e. Aramiya li herêmê rewşeke piştrastiyê li gel koçberên ji herêmên din ên Sûriyê çêdikir. Lê gefên dewleta Tirk a dagirker bi dawî nedibûn. Ji ber ku Efrîn di nava xetereyê de bû û hatibû dorpêçkirin. Ev hemû jî ji ber ku tu terorîst lê tine bûn û mînaka demokratîk lê dijiya. Hemû kesên ku li aramî û ewlehiyê digeriyan berê xwe dida Efrînê. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker 20`ê Çileya 2018`an li ser Efrînê destpê kir. Armanca wan ji êrîşan ku aramî û ewlehiya li herêmê tevlîhev bike û mînaka demokratîk tine bike. Tevî êrîşên mezin ku bi teknîka pêşketî dihat kirin lê gel û hêzên me yên berxwedêr li Efrînê li ber xwe da. Li hember amûra kuştinê 2 mehan li ber xwe dan û efsaneyên dîrokî hatin nivîsandin.

SAZIYÊN PEYWENDÎDAR BI ERKA XWE RABIN

Salek li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê re derbas dibe. Em bi navê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê ji hemû cîhanê re teqez dikin ku dewleta Tirk a dagirker herêmê dirûxîne. Bi rêya polîtîkayên qirkirinê ku pêk tîne, gefan li dijî nirx, pîvan, exlaq û zagonên li cîhanê pêk tîne. Em bang li hemû saziyên navdewletî yên peywendîdar dikin ku erka xwe li beramberî gefên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên ku li Efrînê dike, pêk bîne. Vegera gelê Efrînê yê resen li herêmên wan mîsoger bike. Piştgiriya îradeya gelê me bike ku bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bike.

DESTEKÊ BIDIN BERXWEDANA EFRÎNÊ

Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin û destekê bidin qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê ku tevî hemû zehmetiyan efsaneyên dîrokî pêk tîne. Her wiha em bang li hemû aliyên Kurdistanî dikin ku doza rizgarkirina Efrînê bikin doza sereke da ku mafên rewa yên gelê me mîsoger bibin.

HEMÛ KAR JI BO RIZGARKIRINA EFRÎNÊ YE

Her wiha em teqez dikin ku ji bilî rizgarkirina Efrînê tI rê li pêşiya me tune ne. Em hemû xebat û derfetên xwe bixin xizmeta rizgarkirina Efrînê. Em ê li hemû herêmên ewle li ber xwe bidin da ku destkefiyên gelê xwe biparêzin. Em berxwedana gelê xwe di kampan de û berxwedana lehengî di qonaxa duyemîn de silav dikin. Em tevahî şehîdên Efrînê û şehîdên azadiyê bibîr tînin. Em şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em ê her tim û bi israr şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê Efrînê rizgar bikin û wekheviyê pêk bînin.”