TEV-DEM: Tirkiye dixwaze vîrûsa koronayê li Rojava belav bike

TEV-DEM'ê hişyarî da û diyar kir, "Dewleta Tirk çawa ku teror li Rojava belav kir, dixwaze vîrûsa koronayê jî li Rojava belav bike."

Tevgera Civaka Demokraîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê kiryara dewleta Tirk a dagirker a rawestandina stasyona Elokê û qutkirina avê li ser bajarê Hesekê şermezar kir. TEV-DEM'ê diyar kir, mîna ku teror li Bakurê Sûriyê belav kir, bi qutkirina avê hewl dide koronavîrûsê belav bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêyî cûdabûn, tevahî dewlet û civkan li pêşberî belavbûna pandemiya koronavîrûsê re rû bi rû maye. Bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûs dikevin û hejmara miriyan re tevgera asayî ya jiyan û mirovahiyê pûç bû. Îro tevahî cîhan di rewşeke tirs û xofê de ye û wekî bergeriya yekem a xweparastinê di karantînayê de ye.

Li Tirkiyê jî vîrûs belav bûye hat. Li gorî ku bi xwe ragihandiye, dibe ku ji dewletên herî zêde tê de haletên vegirtina vîrûsê û haletên wefatê hene. Tevî wê jî dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û siyasetên xwe yên şofanîst li dijî vîna gel û civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Şertên navneteweyî bikar tîne û girîngî nade rêxistinên navneteweyî mîna UNICEF û rêxistinên din.

Tirkiyê mîna ku terorê li herêmê belav kir, niha bi rêya êrişek dermirovî û neexlaqî bi rêya qutkirina ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê, hewl dide vîrûsê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike. zêdetirî nîv milyon mirov tevî niştecihên kampên nêzî bajêr bê av mane. Ji ber girîngiya avê di xweparastina li dijî vîrûsa Korona de, Tirkiyê hewl dide hejmarek mezin ji mirovan bi xwînek sar li gel tunebûna rola rêxistinên navneteweyî bikuje.

Sînorên me bi Tirkiyê re dirêj in. Koronavîrûsa jî bi awayekî mezin li Tirkiyê belav bûye û her roj zêde dibe. Dibe ku di bin kontrolê de jî derkev. Ruxmî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiya tedbîr girtin, pêdiviyên tevahiya pêkhateyên herêmên birêxistin kirin, bi koordîneya bi Desteya Tenduristiyê re gelek belavokên hişyariyê ji bo xweparastinê ji vîrûsê belav kirin, lê ev jî li cem me metirsiyan çêdike ku vîrûsa bi rêya sînorên Tirkiyê derbasî herêmên me bibe.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM em bang li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku tevahiya perspektîvên Rêveberiya Xweser bînin cih. Ji malên xwe dernekevin û neçin derveyî bajaran. Nehilên zarok di nav kolan û parkan de bilîze. Ji bo rêgirtina li pêşiya vê vîrûsê xweparastin û parastina girîng e û ji nirxên me ne.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên NY`î dikin ku bi lez mudexele bikin û berpirsyariyên xwe yên civakî li dijî kiryarên Tirkiyê li stasyona Elok bînin cih."