TEV-DEM tevlî kampanya xwedîderketina li PKK'ê bû
Rêxistin û saziyên ser bi TEV-DEM'ê, xwedî li kampanya ji bo PKK'ê derketin, ku ji bo derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' hatiye destpêkirin.
Rêxistin û saziyên ser bi TEV-DEM'ê, xwedî li kampanya ji bo PKK'ê derketin, ku ji bo derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' hatiye destpêkirin.
Yekitî û rêxistinên îro bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ji kampanya Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ragihand.
Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Zeyneb Hesen daxuyanî li pêşiya navenda tevgerê ya li Qamişloyê xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Têkoşîna partiyê ya teorîk, pratîk û xwedî mîrasekî exlaqî û mirovî ku parastina nirxên çandên gelê herêmê dike, her wiha nûnertiya rêxistineke rizgarîxwaz e, ji bo avakirina vîneke civakî ya azad têdikoşe. Di heman demê de azadiya jinan kiriye bingeha têkoşîna xwe ya rewa û dûrî terorê.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: “Derxistina navê PKK`ê ji 'lîsteya terorê' mafekî rewa ye, ji ber ku xizmeta hemû gelan dike, her wiha parastina nirxên cewherî yên demokrasiyê dike. Li aliyekî din jî çanda aştî, biratiyê û diyaloga aştiyane di nav gelê herêmê de dide rûniştin û belavkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku xistina navê PKK`ê di lîsteyê de, bi armanca razîkirina siyasetên dewleta Tirk a şovenîst e, her wiha da ku destketiyên gelê Kurd û gelê herêmê têk bibin.
Di dawiya daxuyaniya yekîtî û rêxistinên di bin sîwana TEV-DEM’ê de wiha hate gotin: "Bi armanca piştgiriya însiyatîfa hemleya derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê, em ê li hemû sazî, rêxistin û yekitiyên xwe karê ji bo komkirina îmzeyan bikin. Em di wê baweriyê de ne ku derxistina navê partiyê ji vê lîsteyê wê avakirina aştî û demokrasiyê misoger bike û parastina mafên mirovan jî bike. Lewma em bang li Yekitiya Ewropayê û DYE'yê dikin ku navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derxe."