TEV-DEM ji ber şehadeta Xalid Kûtê sersaxî xwest

TEV-DEM'ê ji ber şehadeta endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Xalid Kûtê sersaxî xwest.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber şehadeta endamê Meclîa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xalid Kûtê ku duh ji ber teqîna mayînekê şehîd bû peyama sersaxiyê weşand.

Peyama TEV-DEM'ê wiha ye:

"Li hemberî berxwedana gelê me ya li dijî terorê, rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê ji bo ku terora xwe ji cîhanê re tekez bike mayînan li hemû tax, kolan û rêyan datîne. Ev yek tê wateya tirs û binketina wê. Ji ber teqîna mayinan gelek sivîl û zarok şehîd bûn û herî dawî jî endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Xalid Kûtê şehîd bû. Dema ku bi erka xwe ya welatparêzî radibû, li mala xwe ji ber teqîna mayînekê ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ'ê gihîşt asta şehadetê. Şehîd Xalid ji malbateke welatparêz bû. Di sekna xwe a hevaltî û berxwedaniya xwe li hemberî dijmin de mînak bû û tevî hemû zor û zehmetiyan li hemberî hemû kiriyaran li ber xwe dida.

Em weke Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bi şehadeta endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Xalid Kûtî sersaxiyê ji gelê Kurd, tevahî gelê Bakurê Sûriyê  û her wiha PYD'ê û tevahî hevrêyên şehîd re dixwazin.

Em careke din soz didin dîrok û gelê xwe ku em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin. Em ê bi rêya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê hemû pîlanên dijmin têk bibin."