Têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê ku di encamê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta Tirk a faşîst a dagirker kêliyekê jî di polîtîkayên xwe yên qirêj û piştgiriya terorê de dudilî nebû. Duh li Rojava û îro li Şengalê komkujiyan li dijî silavan didomîne, bi awayekî terorî, bi balafireke bê mirov êriş li dijî rêveberiya civaka me ya Êzidî ya Şengalê pêk anî, komkujiyeke hovane li dijî malbata hevserokê Rêveberiya Xweser şehîd Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) pêk anî û du zarokên wî bi giranî birîndar bûn. Ev yek bi rêya sîxur, xayîn û dijminên mirovahiyê pêk hat.
AKP'ê ya terorîst sûcên xwe di firehkirina çarçoveya şerê xwe de îsbat kir û hemû derfetên xwe li hemberî îradeya gelan, bi taybet li hemberî civaka Êzidî û Kurd bi giştî bi kar tîne, bi domdarî kesayetên fermandar ên Êzidî yên li Şengalê dike hedef, destê wê dirêjî zarokê Êzidiyan. Ev siyaseteke qirêj û plankirî ye armanc jê vîna civaka me lawaz bike û Şengal ji niştecihên wê vala bike, her wiha nehêle Êzidiyên koçber ên li kampên Başûrê Kurdistanê vegerin Şengalê, da ku di encamê de derfetê bidin terorîstên DAIŞ'ê careke din vegerin. Faşîzma Tirkiyê ya sûcdar û tirsonek bi van êrişan dixwaze zextê li civaka me ya Êzidî bike da ku siyasetên xwe, desthilata xwe ya derexlaqî ferz bike û vîna Êzidiyan bişkîne. Lê ne mumkine ku vîna wan were şikenandin, ji ber êzidî bi dîrok, çand û nirxên xwe ve girêdayî ne. Li dijî êzidiyan 73 fermanên bi xwîn hatin pêkanîn, lê êzidî tune nebûn. Civaka Êzidî îro ji berê bêtir bûye civakeke xwedî vîn û îsrara ber bi avakirina civakeke Ezidî ya azad ve.
Em Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM dibînin ku aliyên ku peymana 9'ê Cotmeha par îmze kirine berpirsên van êrişan in, ku di têkbirina vîna Êzidiyan de bi israr in. Her wiha civata navneteweyî berpisyar bidawîkirina van êrişên Tirkiyê yên karesetî yên li dijî vîna gelên herêmê dibînin ku çavê xwe li êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê girtiye bêyî pêkhateyê aştiyane û civaka sivîl di ber çavan re derbas bike.
Em bang li civaka me ya Kurd û Êzidî dikin ku li ser yekkirina hewlestên exlaqî bi israr bin, li her deverê li hemberî siyasetên qirêj ên li dijî vîna civaka Êzidî têkoşînê xurt bikin."