TEV-DEM: Em vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

TEV-DEM'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Em vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Rêber Apo dikare pirsgirêkên li herêmê hemûyan çareser bike."

Bi boneya salvegera 25ˊemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di serî de em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di salvegera wê ya 25'emîn de şermezar dikin. Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îradeya gelan û civakên herêmê dike. Lîstikên dewletên ku komplo pêk anîne metirsiyeke mezin bû, ji ber ku wê komployê qanûn û pîvanên mirovî û navneteweyî binpê kirin. Armanc ji komployê jî têkbirina rêbertiya gelê ku li rastî, azadî û edaleta civakî digere bû.

Di wê demê de tevgerên dîplomatîk, ewlehî  û siyasî yên ku di wê demê de di navbera gelek dewletên herêmî û navneteweyî de hatin kirin. Ev tevger di çarçoveya xebateke îstixbaratî ya hevbeş û giştî de pêk hat. Pireniya dewletên li ser asta çar parzemînên cîhanê beşdar bûn. Di encamê de bazarek ji bazarên serdemê hate kirin ku xizmeta Tirkiye ya faşîst dike. Bi vê bazarê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê kirin qurban û planên xwe yên sûcdar ên di Şerê Cîhanê yê Yemîn de mabûn pêk anîn. Sûcên din û qirkirinên komî li dijî civakan dê di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de  pêk bînin. Plana dîlgirtiya Rêber Abdullah Ocalan pêngava yekemîn a pêkanîna vê planê bû.

Ruxmî nakokiyên di navbera wan de jî, lê nêzîkatiyên xeternat ên neyinî yên hêzên komploger hîna berdewam dikin. Bi israr in ku şeran gûr bikin û çarçoveya şeran berfireh bikin, çareseriyên demokratîk û aştiyane naxwazin. Lê di înkarkirina maf û hêviyên gelan, têkbirina îradeya çandên dîrokî û dûrxistina wan ji nirxên exlaqî yên civakan de berdewam in. Lê hevgirtina gelan a bi berxwedan û fikrê Rêber Abdullah Ocalan re li gelemperiya herêmî û cîhanê xurtir bûn. Di vê çarçoveyê de însiyatîfên mirovî û pêngavên navneteweyî yên berfireh ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatin ragihandin. Her wiha gavên girîng ber bi avakirina civakeke demokratîk a azad a bi pêşengiya jin û ciwanan hatin avêtin.

Ruxmî tecrîd û cezayên giran ên ku dewleta Tirk a faşît bi desteka şebekeya Gloadioyê ferz kiriye, lê berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ji zêdekirî 25 salan ve dewam dikin. Ceza û tecrîda giran ne qanûnî ye û derveyî peymanên hiqûqî yên navneteweyî ye. Neqebûlkirina mafê hêviyê û qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran ne qanûnî ne. Her wiha neqebûlkirina serdan û hevdîtinên rêxistinên tenduristî, hiqûqî, sivîl û navneteweyî li gel Rêber Abdullah Ocalan sûc eû li dijî pîvanên mafên mirovan e.

Dewletên ku li hember van kiryaran bê deng mane, em wek hevkarên siyasetên hikumeta Tirk a faşîst dibînin. Pêwîst bû civata navneteweyî nêrîn û pêşniyariyên Rêber Abdullah Ocalan cidî bigire da ku krîzên herêmê bi dawî bike û bi rêbazên demokratîk û aştiyane doza Kurdî li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û seranserî herêmê li gorî fikrên neteweya demokratîk a felsefeya "jin, jiyan, azadî" çareser bikin.

Rêber Abdullah Ocalan êdî bi çareserkirina hemû pirsgirêkên herêmê, bû mijara siyasî ya sereke li herêmê . Êdî xuya bû ku projeya neteweya demokratîk bi pêşengtiya Rêber Apo bû projeyeke cîhanî û li qadên çandî, siyasî û civakî de bû xwedî bandor.

Em TEV-DEMˊê bang li hemû hêzên siyasî, nîştimanî, Kurdistanî, Erebî, Suryanî, rêxistinên civaka demokratîk û hemû pêkhateyên civakî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku ji bo parastina nirxên Rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin. Bila îsal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya xelasiya ji siyasetên dewletên komploger e.

Her wiha em berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî, kesayetên demokratîk û tevgerên şoreşgerî yên cîhanê dikin ku xwe bi rêxistin bikin, tev li pêngavên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibin, destekê bidin berxwedana hevrêyên me yên girtî yên li zîndanên dewleta Tirk a faşîst. Rêber Abdullah Ocalan bû sembola azadiyê ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelan."