TEV-DEM'ê Noel û sersal pîroz kir

TEV-DEM'ê Noel û sersal li hemû Xiristiyan û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û xwest ku bibe sedema aştiya Sûriyê.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo Noelê û sersalê peyamek pîrozbahiyê da.
TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Bi sebeba cejnên Noelê û sersalê û ji ber ku ev rojên jidayîkbûna Mesîh a hz. Îsa (pêxemberê hezkirin û bexşînê) ye vê cejnê li birayên xwe yên Xiristiyan, tevahî etnîk û mezhebên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê, pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn bibe derfetek ji bo geşkirina biratiya gelan û pêşketina diyalogê di navbera tevahî gelan de, her wiha bibe têkbirina hemû hewldanên ku tevliheviyê di navbera gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dikin armanc.

Careke din bi hatina rojên pîroz vê cejnê li birayên Xiristiyan pîroz dikin û hêvîdar in aştIî li herêmên me û tevahî Sûriyê bi sala nû re, pêk bê."