TEV-DEM'ê ji bo sivîlên li Efrînê asê mane bang kir

TEV-DEM'ê ji bo parastina jiyana welatiyên li Efrînê asê mane, bang li sazî û rêxstinên mafên mirovan û navdewletê kir ku bi erka xwe rabin û bi lezgînî gavê biavêjin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha ye:

"Piştî berxwedana lehengî ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe li bajarê Efrînê pêk anî, berxwedana li dijî amûrên kuştinê yên dagirkeriya Tirkiyeyê ku di bin balafirên şer de tevdigeriyan, cihên sivîl, binesaziya herêmê, nexweşxane, cihên olî, dibistanên û cihên dîrokî dikirin hedef, bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Gelê me li kêleka berxwedana Kobanê li Efrînê jî sernavekî din ê berxwedanê qeyd kir. Careke din tekez bû ku îradeya gelan ji hemû çek û teknîkên şer, her wiha ji kiryarên tinekirinê ku hêzên faşîzmê derheqê gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz pêk tîne, bi hêztirin. Gelên ku ji bo pêkanîna jiyana hevbeş, aştî, aramî û avakirina civakê li gorî peymanên navdewletî yên cîhanê tevdigerin wê serbikevin.

Di çarçoveya geşedanên ku vê dawiyê ji ber tundî û êrîşa hovane ku dewleta Tirk bi balafir û topan gelê sivîl kir hedef û xwest îradeya wan binpê bike û di encamê de hejmarek şehîdên sivîl çêbûn pêk hat. Rêveberiya sivîl û leşkerî ya Efrînê ji bo derxistina sivîlan bi ewle pêk bîne û jiyana wan biparêze, welatî di xetên stratejîk re derxistin. Di heman demê de ev di çarçoveya gaveke din ji bo meydana şer bi artêşa Tirk û teroristên wê re li ber parastina bajarê Efrînê  vekirî be. Ji bo em rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku wê tevî herêmên berê dagirkirine ji Cerablûs û Ezaz ve, her wiha wan herêman di rêya Efrînê re bighîne Idliba ku ji aliyê Cehbet El-Nusra û Fetih El-Şam ve hatiye dagirkirin. Ji xwe Cehbet El-Nusra û Fetih El-Şam ji terorisên herî bi hêz ên piştgiriyên ji Tirkiyê digirin.

Biryara ku hate girtin ji bo parastina jiyana sivîlan ji îrade û biryardayîna hêzên me ya berxwedanê û pêkanîna erka pîroz û niştimanperweriyê pêk hatiye. Lê tiştê rê li ber felaketek mirovî û xeter vedike ew e ku hin welatiyan di navenda bajarê ku teroristan dagir kirin de mane. Teroristên ku bajar dagirkirin bi lez di saetên destpêkê de hemû rêyên ber bi derveyî bajar ve diçin girtin û ne hiştin welatiyên mane ji bajar derkevin. Ev xeterek mezin li ser jiyana wan çêdike. Ev tiştê hatiye kirin nav lê tê kirin ku sivîl di şer de wekî rehîneyan girtine. Ev jî li dijî hemû nirx û qanûnên cîhanî û mirovî ne.

Em wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê van kiryarên têne kirin bi tundî şermezar dikin. Ev kiryarên wan ji baweriya wan a bi xeta tinekirinê û pêkanîna komkujiyan, ji çanda wan terorist û pêkanînên derexlaqî pêk tên.  Em bang li sazî û rêxistinên mafê mirovan û mirovî yên navdewletî dikin ku derbarê rewşa xeter a Efrînê erka xwe pêk bîne. Karekî bi lez pêk bîne da ku jiyana sivîlên di nava bajar de asê mane bi taybet zarok, jin û nexweşan biparêzin, tevbigerin.

Di heman demê de em bang li civaka navdewletî dikin ku erka xwe ya derbarê kiryarên dewleta Tirk a derqanûnî  ku ti wesif ji derveyî dagirkeriyê lê nayê kirin, pêk bînin. Dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên dagirkeriyê serweriya xaka Sûriyê binpê dike, gelê aştîxaz ji herêm, gund û mezreyên wan dide koçber kirin, bi vê yekê jî dixwaze herêma desthiladariya xwe fireh bike. Xaknîgariya Sûriyeyê ku ala xwe li ser bilind dike zêde bike, ala xwe li ser radike wekî wîlayeteke xwe nêzî wê dibe.

Di dawiyê de jî em tekez dibêjin ku em ê ji pêşxistina bijara xwe ya berxwedanê û têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera gelê me, her wiha pêkanîna jiyana asayî gavan paş de navêjin. Heta Efrîn bibe keleha serketina ku di dîroka nûjen de wekî wê çênebûye û bibe xaleke din a ber bi serketina rizgarkirina hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê, em ê tekoşîna xwe xurtir bikin."