TEV-DEM’ê Cejna Qurbanê ya gelan pîroz kir

TEV-DEM’ê bi peyamekê Cejna Qurbanê ya gelan pîroz kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di cejnê de jî serî li êrîşên terorê dide.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Peyama pîrozbahiyê ya TEV-DEM’ê wiha ye;

Em Cejna Qurbanê li hemû malbatên şehîdan, birîndaran, gelên berxwedêr û tevahî civaka Sûriyeyê pîroz dikin û dixwazin ev cejn bibe sedema aştiyê li Sûriye û herêmê. Di heman demê de em hêvî dikin ku kirîza Sûriyê çareser bibe û cejn bi kêfxweşî bê pîrozkirin.

Cejnên ku xwedî wateyên cewherî ne, li ser esasê jiyana hevpar a ku wekhevî û edalet lê heye, pêk tê. Cejn jî ji bo parastina nirxên exlaqî û mirovî ruhê lêborînê xurtir dike.

'DEWLETA TIRK DI CEJNÊ DE JÎ TERORÎST E'

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê van cejnan paşguh dike û wan vediguherîne polîtîkayên terorê, qirkirina etnîkî pêk tîne û bi ferzkirina vê yekê li ser civakên biewle rê nade ku ayînên xwe yên olî pêk bînin.

Dewleta Tirk a faşîst li herêmên dagirkirî sûcên hovane dike, gelê herêmê ku xwe ji bo Cejna Qurbanê amade dikin, bi operasyona leşkerî gef dike. Ev jî nezaniya dewleta Tirk a faşîst nîşan dide.

Em Cejna Qurbanê pîroz dikin û hêvîdar in ku ev cejna li ser rûyê zarokan kêfxweşiyê bîne û bibe sedema aştiyê li welatê me. Em ê ji bo ku koçber bi rengekî ewle vegerin malên xwe, emê li berxwe bidin û ewlekariya vegerê misoger bikin.”