TEV-DEM: Divê hemû Kurd li dijî dewleta Tirk helwestek hevpar nîşan bide

TEV-DEM a nerazîbûnek tund raberî dewleta Tirk da ku Şukru Serhat (Yasîn Bûlût) qetil kir, bang li gelê Kurd kir ku bibin xwedî helwestên hevpar.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Roj bi roj destên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker dirêjî kesayetên Kurd ên welatparêz dibe li ku derê dibe bila bibe. Ev yek bi rê û rêbazên îstîxbaratî yên nemerd ên derveyî sînorê wê tê kirin, di vir de xwe dispêre toreyên sixûrtiyê û ji valahiya siyasî ya li Iraq, Sûriyê û herêmê bi giştî sûdê werdigire.

Dema niha dewleta Tirk a dagirker rêbazeke nû di şerê li dijî Kurdan de bi kar tîne ku operasyonên qetilkirinê dike, ev yek kîn û nefreta wê ya li hemberî gelê me yê Kurd û nirxê wê eşkere dike ku têkoşên li dijî dagirkeriyê Tirk dike hedef.

Şehîdxistina Bûlût (Şukru Serhed) li bajarê Silêmaniyê ku li wir tedawî dibe, ne sûcê yekemîn e ku faşîzma Tirk dike, lê belê asta sûcên wê bilind bû, mînake wê êrişên li Şengal, Mexmûr û herêmên din e. Ev hemû firehbûn û belavbûna torên îstîxbarata dagirkeriya Tirk li bajarên Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku hewl dide bi rêya wan siyasetên xwe yên bi sûc bi kar bîne û gel neçar bike ku ajantî, teslîmiyet, an koçberî û dûrketina ji welatpariyê qebûl bike. Dibe ku ev tor û plan li Kurdistanê fireh bibin. Ji vê yekê diyar dibe ku ew îstîxbarata Tirk rewşa ewlehiyê kontrol dike ne hêzên ewlehya hundirîn a Başûrê Kurdistanê kontrol dike.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li gelê xwe dikin ku li kuderê dibe bela bibe hişyar be, ji ber ku dagirkeriya Tirk bi hedefkirina kesayetên fermandar ên welatparêz siyasetên şerê taybet ê bi sûc li dijî nirx û destkeftiyên me ferz dike. Ji ber vê yekê divê me hevgirtî bin û şopdarên xeta şehîd Şukrî Serhed û hemû şehîdên azadiyê bin da ku plan û torên îstîxbarata Tirk têk bibin. Her wiha divê hemû hêzên neteweyî û siyasî û beşê civakî helwesteke hevpar li hemberî zêdegaviyên dagirkeriya Tirk ên li dijî îradeya gelê me nîşan bidin."