TEV-DEM: Dewleta Tirk êriş dike, civaka navneteweyî bêdeng e

TEV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk hîn jî li dijî mirovên ji Efrînê koç kirine sûc dike û civaka navneteweyî li pêşberî van êrişan bêdeng e.

TEV-DEM'ê têkildarî salvegera 3'an a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi destpêka sala 2018'an re û di encama lihevkirinên navneteweyî de, herêma Efrînê û gelê wê bûn hedefa êrişên artêşa Tirk ên hewayî û bejahî, her wiha bi hevkariya komên çeteyan di yekemîn êrişê de 72 balafirên şer bi kar anîn. Armanc jê jî dagirkirina herêmê û parçekirina xaka Sûriyeyê û tevlîkirina li xaka Tirkiyeyê ye. Li aliyekî din jî ev êriş bi armanca şikandina vîna pêkhateyên herêmê û destketiyên wan ên avakirina saziyên xwe yên demokratîk pêk hatin.

Di pêvajoya 3 salên derbasbûyî de Efrînê di tevahî sûcan re derbas bû û bi vê yekê pîvanên navneteweyî hatin binpêkirin. Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî projeyeke xeternak e û destpêka proje û planên Mîsakî Mîllî ye.

Şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe da, parastina herêmê û nirxên xwe kir, li dijî duyemîn dewleta NATO'yê sekinîn, ji lewre bi 'Berxwedana Serdemê' hate naskirin. Gelê Efrînê li hemberî dewleteke xwedî çekên giran, li ber xwe da. Ji ber vê yekê şêniyên Efrînê neçar kirin ku di nava du karesatan de bimîne; ya yekemîn di hundirê Efrînê bi xwe de tê meşandin ku ew jî hewldana qirkirina komî û etnîkî ye û li dijî sivîlan sûcên revandin û destdirêjiyê pêk tînin û ya duyemîn jî li dijî koçberên li kampên Şehbayê tê meşandin ku ew jî bi topbarana dewleta Tirk û siyaseta dorpêçkirinê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve, re rû bi rû dimînin. Hikumeta Şamê û dewleta Tirk ji bêdengiya navneteweyî sûcên xwe dewam dikin û ev jî berpirsyariya qanûnî û mafnasî ya avakirina sîstemeke civakî navneteweyî kêm dike.

Em TEV-DEM'ê bang li hemû saziyan, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirovan rêxistinên taybet bi karên jinan û raya giştî dikin ku têkildarî sûcên derexlaqî û dermirovî helwesteke cidî nîşan bidin."