TEV-DEM: Êrîş piştî civîna Astanayê pêkhat

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) êrîşa li dijî Ferhad Şiblî ya li Kelarê şermezar kir û got: “Ev êrîş piştî civîna Astanayê, bi hevkariya hikûmeta Irak û PDK’ê pêkhat.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê hedefgirtina Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û bêdengiya hêzên navneteweyî der barê sûcên tirsonak ên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Em destpêkê sersaxiyê ji tevahî gelê me yê Kurd, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Ferhad Şiblî û hevrêyên wî di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li herêma Kelarê ya li nêzî paytexta Iraqê Bexdayê de şehîd bûn. Ev hedefgirtin di çarçoveyeke pir xeternak de pêk tê, ji ber di kûrahiya Başûrê Kurdistanê de pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe qada hewayî li pêş balafirên xwe bi awayekî berfireh bi kar tîne. Bi wê yek sînorê Iraq-Sûriyê bênavber derbas dike. Tevî ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî hene, lê çav ji van binpêkirinan re digirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev hedefgirtin piştî civîna Astana û bi hevkariya hikumeta Iraq û PDK’ê pêk hat. Bi wê re lihevkirinên siyasî ji dewleta Tirk a dagirker re hatin pêşkêşkirin ku bihêlin balafirên wê yên bêmirov pêşeng û fermandarên tevgera me bikin armanc.

Di beşek din a daxuyaniyê de hate gotin: “Şehîd Ferhad Şiblî yek ji kesayetên fermandar ên Şoreşa Rojava bû û bi dehan salan xizmeta gel kir û parçeyekî canê xwe feda kir. Ew şoreşger û têkoşer bû û di avakirin û damezirandina Tevgera Civaka Demokratîk de xwedî ked bû, her wiha wekî endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê kar kir. Armanca wî birêxistinkirin û xizmetkirina vê civakê li her derê û bêyî cudakirin bû. Rola wî di avakirina têkiliyan di navbera hemû pêkhate û eşîrên herêmê de mezin bû.

Em bêdengiya hêzên navneteweyî li ser sûc û karên tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina fermandarî û sembolên me bi awayekî domdar, bi tundî şermezar dikin û em wan wekî şirîkên sereke yên van karên li derveyî exlaqê û nirxên mirovahiyê dibînin û wekî berpirsiyar nîşan didin.

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya Şehîd Ferhad û hemû şehîdên azadiyê hate dayîn û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wê israra me ya bilindkirina têkoşînê li hemberî gef û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst zêdetir bibe. Em bang li hemû pêkhate, hêzên siyasî û nîştimanî û sazî û yekîtiyên civaka sivîl dikin ku tev li merasîma Şehîd Ferhad bibin, da ku em ji qonaxa heyî re bibin bersiv û wesiyetên şehîdan bînin cih.”