TEV-DEM'Ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir

TEV-DEM'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo xurtkirina yekîtiyê bang kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek parve kir. 

Tevgerê di daxuyaniyê de got: "Dewleta Tirk a dagirker êrîşên li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên perwerdeyê, tenduristiyê û navendên petrolê didomîne. Ji van êrîşan, tunekirina hêmanên jiyanê, astengkirina pêşketina pergala demokratîk a li herêmê ye."

Di dewama daxuyaniyê de tevgerê diyar kir ku dewleta Tirk ji ber hişmendiya xwe ya înakirinê ku mafên pêkhateyên din nas nake, êrîş herêmê dike.

Tevgerê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û durutiya Meclîsa Ewlehiyê ya NY, saziyên navneteweyî şermezar kir ku li hember êrîşan û sûcên dewleta Tirk bêdeng in.

Di dawiya daxuyaniyê de tevgerê bang li pêkhateyên herêmê, hêz û partiyan, rêxistinên ciwan û jinan û saziyên civaka sivîl kir ku li hember êrîşan hevgirtina xwe xurt bikin.