Şervanê BOG'ê Dogan Kirefe (Mûzaffer Kandemîr), di 7'ê Çileya 2017'an de di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû. Yûsûfbaş Akay (Cîhan Efe), ku bi Dogran re tevlî şer bû, di 27'ê Nîsanê de li Der Azzayê gihîştin hev. Cîhan Efe qala Dogan dike.
ME HER TIŞT BI HEV RE KIR
"Em hevalên hev ên kevn bûn. Ji hevaltiyê wêdetir mîna birayê hev bûn. Dema ku min nedikarî karekî bikim, beriya her kesî min berê xwe dida Dogan. Me her tişt bi hev re kir, bi hev re xwarin xwar, bi hev re keniya, bi hev re giriyan, bi hev re şer kir. Dogan li Stenbolê dijiya. Serê sibehê saet derdora 05:00-06:00 de hişyar dibû, saet dora 19:00-20:00 de paydos dikir. Roja Yekşemê nediçû kar. Wê rojê timî li nava partiyê bû û di çalakiyan de cih digirt.
Herî dawî beriya bê Rojava min jê re got, 'Min biryareke bi vî rengî girt, ez diçim'. Hevrê Eylem (Eylem Ataş, di 27'ê Hezîrana 2016'an de li eniya bakurê Minbicê di nava yek ji şervanên ketin nava bajêr de bû û wê rojê şehîd bû) gelekî bandor li wî kiribû. Timî digot, 'Xwezî ez li wir bûma'. Dema ku min ji Dogan re got ku ez ê biçim, mîna her carê ez bi tenê nehişt. Me ew têkiliya xwe ya biratiyê veguherand têkiliya hevrêtiyê û em hatin Rojava.
GELEKÎ ZELAL Û BI BIRYAR BÛ
Gelekî zelal bû. Çima biryareke bi vî rengî girt, çima hate vir, ji bo çi şer dike; bersiva van hemû pirsan di hişê wî de zelal bû. Gelekî bi biryar bû.
Beriya em bên Rojava me li Bakurê Kurdistanê zarokek di rê de dît. Dogan simît da vî zarokî. Zarok tirsiya bû û reviya bû. Li wê derê got, 'Min niha baştir fêhm kir, ku ev der çiqasî bi rûmet e û biryara min daye çiqasî rast e'. Her tim digot, 'Xwezî ez berê hatibûma'. Tişta ku ew pê poşman bû, ev bû.
DOGAN MIROVEKÎ BAŞ BÛ
Di nava jiyanê de herî zêde bi min re şer dikir. Me timî hev rexne dikir, carna dixeyidî, lê kesî fêhm nedikir û 'em ne li hev in'. Ji xwe xeyda me ya ji hev herî zêde 2 saetan dewam dikir. Dogan mirovekî baş bû, hevalekî baş bû û hevrêyekî baş bû... Ji xwe bêhtir min ji wî bawer dikir. Carna tiştek jê re dihat gotin, nedixwest bike, lê dîsa jî diçû dikir. Ji ber ku êdî ji bo wî bû bû taybetmendiyek. Nikarîbû li şûna xwe bisekine, proterekî xurt bû. Bi dîsîplîn bû.
Gelek tişt dikarin li ser Dogan werin nivîsandin, lê carna mirov dema qalê dikin, gotin di ber mirovan de dimîne. Xwedî cîhanekê bû. Carna mirovan qet fêhm nedikir, bê li çi difikire, çi dike.
Herî dawî, dema ji bo guhertinê ez li eniyê bûm, hat û me hev dît. Ez vedigeriyam û ew dihat şûna min. Berî ew were, êrîş li me hatibû kirin. Min nedixwest ji eniyê biçim. Baş nayê bîra min, lê tiştekî bi vî rengî gotibû, 'Bila çavên te li paş nemîne, tu diçe, lê ez hatim. Mîna te şer kir, niha dor a min e'.
HEVRÊYÊ MIN BI RÛKENÎ ÇÛYE
Êrîşeke gelekî giran li wan hate kirin. Fîşekeke sekvaniyê li dilê wî ketiye û bi vî rengî şehîd bûye hevrêyê min. Hevrêyên din digotin; mîna şêran şer dikir, kêliyekê jî nesekinî. Hevrêyê min bi rûkenî ber bi mirinê ve çûye..."