Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Kurd a Demokratîk a Sûriyeyê Gêlo Îsa diyar kir ku ji bo DAÎŞ bi temamî bê qedandin divê li qada navneteweyî helweset li dijî dewleta Tirk bê nîşandan.
Gêlo Îsa ji ANF'ê re axivî û destpêkê bal kişand ser êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Hesekê, "Gelek sedemên van êrişan hene. Beriya her tiştî hate xwestin ku îradeya xelkê herêmê bê şikandin û destketiyên di nava 10 salên dawî de hatine bidestxistin ji holê bêne rakirin. Jiyana aştiyane ya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di nava pergaleke demokratîk de, hebûna Rêveberiya Xweser, QSD û MSD'ê, karên Rêveberiya Xweser ên ji bo bersivdana li pêwîstiyên civakê weke çend ji sedemên van êrişan dikarin bêne nirxandin. Ya rast, ev hemû hebûna DAÎŞ'ê dixe nava metirsiyê. Êrişên li ser civakê bi civîna Astana ya 17'emîn re dest pê kir. Ev êriş tê wateya bicihanîna biryarên di wê civînê de hate wergirtin. Bêguman ev plan ne tenê gefek li ser Rojava ye, di heman demê de gefê li hemû parçeyên Kurdistanê dixwe. Dewleta Tirk dixwaze li tevahiya Kurdistanê îradeya gelê Kurd bişikîne. Dixwaze xeta têkoşîn û berxwedanê têk bibe. Ev hêzên ku li Hesekê êriş kirin xwedî armanc in. DAÎŞ'ê armancên van dewletan bi cih anî. Ev yek ne meseleya şaneyeke razayî ye. Li hundir û derve bi hezaran çete hene. 7 rojan li dijî QSD'ê û Koalîsyona Navneteweyî şer kir. Ev ne karekî welê ye ku komeke çete bi tena serê xwe karibe bike."
Li ser helwesta rejîma Şamê ya têkildarî êrişa DAÎŞ'ê, Gêlo Îsa ev nirxandin kir: "Civaka navneteweyî divê baş bi vê zanibe. DAÎŞ rewşeke cidî ye. Lewma nêzîkatî jî divê cidî be. Nêzîkatiya li pirsgirêka DAÎŞ'ê divê ne tenê li ser çapemeniyê be. Ji aliyê pratîkî ve hin tişt divê bêne kirin. DAÎŞ ji aliyê zîhniyetê ve divê bê tunekirin. Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran bang kir, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê. Ji bo zarokên ku ketin bin bandora DAÎŞ'ê bang kir. Niha li girtîgehan û kampan bi sed hezaran zarok hene. Me got ku ev mîna bombeya li ber teqînê ye. Îro jî bûyera ku diqewime bi vî rengî ye.
Pêwîstiya dewleta Tirk û rejîma Şamê bi DAÎŞ'ê heye. DAÎŞ xizmetê ji van re dike. Rejîma Şamê ji bo karibe derbasî qadên me bibe û bi hêsanî kontrol bike, beriya her tiştî divê Rêveberiya Xweser lawaz bibe. Ji roja destpêkê ve pirsgirêka dewleta Tirk bi rejîma Şamê û Baasê re nîne. Yekane pirsgirêka wê bi gelê Kurd re ye. Naxwaze li Rojava îrade û statuyeke Kurdan ava bibe. Sîstemeke demokratîk a ji aliyê Kurdan ve tê afirandin wê ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe mînak. Rejîma Şamê nekarî gelê xwe bi rê ve bibe. Rewşa muxalefeta Sûriyeyê jî bi heman rengî ye. Ji ber vê yekê muxalefeta Sûriyeyê xwe bi temamî radestî dewleta Tirk kir. Di nava kaoseke bi vî rengî de Rêveberiya Xweser statuyek ava kir. Di nava gelan de wekhevî û hevgirtin pêk anî. Bi hev re ev welat parastin. Ev yek jî bi kêrî dewleta Tirk û rejîma Şamê nayê."
Li ser berpirsyariya hêzên navneteweyî jî Gêlo Îsa got, "Dewleta Tirk û rejîma Şamê lîstikan dilîzin. Rûsya jî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimîne, carna mijûl dike. Lewma divê Koalîsyona Navneteweyî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Divê tenê li ser milê gelê Kurd û Rêveberiya Xweser nehêle. Paqijkirina cîhanê ji DAÎŞ'ê ne tenê wezîfeya gelê Kurd û Rêveberiya Xweser e. Ev yek birîna tevahiya cîhanê ye. Cîhan hemû li pêşberî vê berpirsyar e. Divê cîhan tev piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser. Ev mijar divê ji aliyê siyasî, dîplomatîk, civakî û malî ve bê nirxandin. Heta kengî em ê 121 şehîdan bidin. Divê êdî ev yek çareser bibe.
Êrişa dawî jî plana dewleta Tirk bû. Divê Koalîsyona Navneteweyî dewleta Tirk li ser sînorê wê bisekinîne; li dijî êrişên li ser gelê Rojava helwestê nîşan bide. Şerê li dijî DAÎŞ'ê bi tena serê xwe têrê nake. Divê DAÎŞ ji çavkaniyê bê çikandin. Ya ku DAÎŞ'ê xwedî dike dewleta Tirk e. Çavkaniya DAÎŞ'ê jî dewleta Tirk e."