Tecrîda li Îmraliyê, li Eyn Îsayê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Eyn Îsayê bi meşekê hate şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Meş ji aliyê Meclîsa Jinê ya Kantona Girê Spî ya PYD'ê ve hate lidarxistin.

Bi sedan kes li ber Mizgefta Mezin a li navçeyê li hev civiyan û heta Xaçerêya Şehîd Cûdî meşiyan.

Piştre bi navê Meclîsa Jinê ya PYD'ê Fadiya El Şerîf daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li hemû zindanan hate şermezarkirin.

El Şerîf anî ziman ku jin bi saya fikri û felsefeya Abdullah Ocalan azad bûne û destnîşan kir ku jin heta niha li her qadê bi pêşengiya civakê radibin.

Çalakgeran bang li hêz û rêxistinên navnetweyî jî kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin.