Dewleta Tirk hewl dide ku li sînor 'kembera Tirkmen' çêbike

Dewleta Tirk ku li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê êrîş dayî destpêkirin, ji aliyekî ve dixwaze Kurdan tasfiye bike, li aliyê dî jî li ser sînor li ser xeta 5 km dixwaze 'kembera Tirkmen' ava bike.

Komên çete yên ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku Sûriyê dagir bikin yên ku navê ''Artêşa Millî ya Sûriyê' (Ceyşûl Wetenî) li wan kirî her çendî her yekê jê xwedî ajandayekê jî be, ya ku xwedî ajandaya sereke dewleta Tirk bi xwe ye.

Dewleta Tirk dixwaze Bakur Rojhilatê Sûriyê ji Kurdan vala bike û dawiyê herêma mîna Lîvaya Skenderûnê (Hatay) bîne qada navnetewî û ji bo ku dagir bike plana wê datîne.

Dewleta Tirk bi dehan çeteyên talanger û sûcdarên şer ên bi koka xwe El Qaîdeyî û Îxvanî Mislim ji bo ku Sûriyê dagir bike bi kar tîne. Lê komên çete ku bi esasî li ser wan lîstikê datîne jî pir cuda ne.

KOMÊN DI ÇAV TC'Ê DE BIQÎMET IN LI SER SÎNOR TÊNE DANÎN

Dewleta Tirk komên çete yên bi navê Sultan Murad, Sultan Suleyman Şah, Sultan Mehmed Fatih, Muntasir Billallah û Semarkant, ku îdîa dike ji 'Tirkmenan' pêk tê, li ser xeta sînor li cihên stratejîk bi cih dike, komên ku ji Ereban pêk tên jî dide eniya pêş û bi Kurdan re wan dide şerkirin.

ÎHTÎMALA HERÎ XIRAB: MITEBEQATA EDENE

Piştî Mitebeqata Edene ku 20'ê Cotmeha 1998'an di navbeyna dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de hatiye danîn dewleta Tirk zêdegir razemînî li van komên navborî kir, îstîxbarta Tirk niha jî van koman li ser xeta sînor a 5 km datîne û dixwaze dagirkeriyê meşrû bike.

Dewleta Tirk ku dizane wê li Sûriyê nikare mayinde bibe, 'bi îhtîmala herî xirab' ji bo ku xala Mitebeqata Edene ya 'li ser xeta 5 km şopandina ji nêz ve' bi cih bîne, li van herêman endamên van 5 koman bi cih dike.

LI CIHÊN STRATEJÎK ÇETEYÊN XWE BI CIH DIKE

Dewleta Tirk ji bo ku di şer de windahiyên van koman çênbin li paş eniyê dihêle, ji bo ku deriyên sînor, rêgeh û cihên stratejîk bikevin destê van koman hewl dide, komên din yên ku piranî ji Ereb û biyaniyan pêk tên bi hundir ve tehf dide.

TASFIYEYÊN LI EFRÎNÊ

Piştî dagirkirina Efrînê serekê çeteyên ku bi çeteyên Sultan Murad re di nav reqabetê de bûn yek bi yek hatin kuştin.

10'ê Adara 2018'an Fermandarê Kolorduya 1'ê  Serheng Vaîl Mûsa û Berpirsê Tûgaya Medya Semerkantê Suheyl Kasim, 11'ê Adara 2018'an Fermandarê Qadê yê Feylak'ul Şam ê Bahrî Samî Heyanî, 12'ê Adara 2018'an Endamê Meclîsa Şûrayê ya Cephetul Şemiye û Berpirsê Herêma Ehrar El Şamê Muhamed Ebû Abdul, 12'ê Adara 2018'an Serdar OSO'yê Raîd Muaz, Serhenn Munzîr û serpêl Nasr Hemadîn û 14'ê Adara 2018'an Cephet El Şamiye Ahmed Ebû Safî hatibûn kuştin.

JI ASYAYA NAVÎN Û KAFKASYAYÊ WAN LI SÛRÎ BI CIH DIKIN

Ev komên ku li ser sînor hatine danîn û ji wan re 'Tirkmen' tê gotin piranî ji deverên mîna Ozbekîstan, Tirkmenîstan, Tacîkîstan, Uygur ji Kafkasya û Asyaya navîn anîne û li ser xeta sînor a Tirkiyê û Sûriyê têne danîn.

LI SER SÎNOR XETA 5 KM JI BO ÇETEYÊN XWE TERXAN KIRINE

Dewleta Tirk komên navborî li Idlibê (Çiyayê Kurmênc), Cebel  Turkmen (Çiyayê Tİrkmen), Deriyê Sînor ê Bab El Hewa, Entarib, Cindirêsê, Raco, Bilbilê û Şera yên navçeyên Efrînê, Deriyê Sînor ê Ezazê Bab El Selame û li ser xeta nêzî sînorê Cerablûsê bi cih dike, van koman jî niha hewl dide li 5 km sînorên Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bike.

'KEMBERA TIRKMENAN'

Dewleta Tirk komên din ên ku ji Ereban pêk tên li derveyî qada 5 km dide pêş, bi çarçoweya Mitebeqata Edene di ser van çeteyan re dixwaze li Sûriyê hebûna xwe nîşan bide. Diyar bû ku ji xeta sînor a 5 km re, ku ev komên navborî lê bi cih kirine ''Kembera Turkmenelî'' tê gotin.

Dewleta  Tirk ku li Idlib, Efrîn, Ezaz, Raî û Cerablûsê çeteyên bi ser xwe li ser xeta sînor bi cih kirine, deriyê sînor ên Girê Spî û Serêkaniyê û xeta sînor jî bi dest van çeteyên xwe ve berdide.

ÇETEYÊN ERDOGAN

Komên çete yên ku dewleta Tirk weke 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' li hev kom kirine wiha ne:

1-Ehrar El Şerqiye: Ev koma çete li Dêrazorê ji DAÎŞ'ê qut bû û derbasî Idlibê bû. Ev koma çete bi dîmenên hovîtiyê, talan, dizî û tecawizê hate rojevê. Li Cerablûs, Bab û Efrînê bi hin komên mîna Sultan Murad re yên bi desteka dewleta Tİrk, şer kirin. Yek ji wan çeteyan e ku bi hundir ve têne tehfdan.

2-Ceyş El Nuxbe: Avaniya bi navê Ceyş El Tahrîr 2017'an  rasgihand ku bi navê Ceyş El Nuxbe dîsa rêxistinî bûne.  Ev avanî ya ku serekê wê Mihemed Ehmed El Seyêd e, li Heleb, Lazkiye, Hema û Idlibê xebat kir. Li Til Eran û Til Hasil li gel Nusra Kurd kuştin. Di dagirkirina Efrînê de cih girtin.

3-Lîva Suqur El Şam: Ev koma çete 2011'an ji hêla Ehmed Ebû Îsa ve hate avakirin, demeke dirêj bi El Nusra re tevgeriya û piştre tevlî Ehrar El Şam bû. Di nav vê komê de ku bi fikrên cîhadî têne zanîn, gelek endamên çeteyan ên biyanî hene. Di dagirkirina Efrînê de cih girtin.

4-Feylaq El Şam: 2014'an bi tevlêbûna 19 koman hate avakirin. Li ser çeteyan Fadil Elah El Hecî heye, di êrîşên ser Şehba û Şêx Meqsûd de cih girtin. Di nav dagirkirina Efrînê de jî cih girtin. Di nav wan komên di nav SMO'yê de koma herî mezin û bi Tirkiyê re têkiliya wan baş ev çete ne.

5-Ehrar El Şam: Yek ji koma mezin a çeteyan 2011'an ji hêla Hesen Ebdo ve hate avakirin. Vê çeteyê li rojavayê Sûriyê gelek xebat kirin, têkiliyên xwe yên bi El Nusra re geh baş bûn geh xirab. Niha li Idlibê aktîf e. Tevlî dagirkirina Efrînê bûn.

6-Tûmena Hemze:Ev çeteya ku beriya niha li Dera, Halep û bejahiya Şamê aktîf bû, piştî ku bi dewleta Tirk re têkiliyên xwe geş dibin bi giranî li Babê aktîf dibe. Serekçeteyê vê çeteyê DAÎŞ'iyê berê  Seyf Ebûbekir e û bi TC'ê re têkiliyên wan baş in, dema dagirkirina Efrînê di nav çeteyên dagirker de bûn.

7-Lîwa El Fetîh: Ev çeteya ku beriya niha bi komên cuda re tevdigeriya, 2017'an ragihand ku tevlî nav Cephe El Şamiye dibe.

7- Liwa El Fetih: Ev rêxistina ku berê bi komên cuda re tevkgeriya di sala 2017'an de ragihand ku tevlî Cephe El Şamiye bûye.

8- Ceyş El Ahfad: Yek ji komên destpêkê ye ku blokga 'Artêşa Neteweyî' pêk tîne. Li gel Lîwa Semerkant beşek beşek ji Firqet El Hemze bûn. Serçeteyê wê jî Şêx Husen Geude. Vê rêxistina çete tevlî dagirkirina Efrînê bû.

9- Tumena 23'an: Ev koma ku berê li Heleb û Îdlibê bû serkêşê wê Sertîp Hesen Recûbe. Tevlî 'Mertala Firatê' û dagirkirina Efrînê bûn.

10- Tumena 9'an: Ev rêxistina ku di sala 2014'an de weke hêzên taybet hate birêxistinkirin di nava tevgera Hezim de bû ku Pentagonê piştevanî jê re dikir. Ev rêxistina ku ji nêrînên Îhwanî ye piştî ku li dijî El Nûsra hin çalakî kir ji aliyê El Nûsra ve hate tasfiyekirin û dewlet Tirk ew ji nû ve bi rêxistin kir. Ji herêmên başûr ve tevlî dagirkirina Efrînê bûn.

11- Foc El Mustefa: Ev rêxistina ku nêzî dewleta Tirke û navenda wê li Marê ye çeteyê ku serkêşiyê jê re dike Elî Necar Ebû Mejdo ye. Ev rêxistina ku bi daxuyaniyên xwe yên li dijî Kurdan û QSD'ê tê naskirin li herêma Bilbilê ya Efrînê ye.

12- Liva El Mexavir: Di sala 2013'an de li bejahiya Hûms û Şamê şer kir. Piştî ku bi rejîmê re li hev kir vekişiya Îdlibê û tevlî dagirkeriya Efrînê bû.

13- Firqet El Mutasim: Ev koma ku navenda wê li Marê ye ji DYE'yê piştevaniya çek û perwerdeyê wergirt. Çeteyê ku serkêşiyê jê re dike Mihemed Xelîl Hesene. Tevlî dagirkirina Efrînê bûn.

14- Eniya El Şamiye: Ev rêxistin sala 2014'an de bi kombûna hin koman ava bû û serkêşê wê Ebîd el Ezîz Selamê ye. Di sala 2017'an de piştî ku Asîfet El Şîmal jî tevlî wan bû Ebû Elî Sico tevlî rêveberiya wê bû. Beşdarî êrîşên dagirkirina Efrînê bû.

15- Alaya 5'an: Ev rêxistina ku weke Foc El Xamês jî tê naskirin, serkêşê wê Mistefa Kepso ye. Ev rêxistina ku li bakurê Hamayê ye û li Îdlibê ye tevlî dagirkirina Efrînê bû.

16- Lîwa El Şîmal: Feylaq El Şam rêxistinên çete yên El Fecir El Sadêq, Sirac El Din, Ensar El Allah, Ömer Ebu el Hesen û Mexawir el Sunne li hev kom kir û ev rêxistin ava kir. Li herêmên Minbic, Cerablûs û Şehbayê kar kir û tevlî dagirkirina Efrînê bû.

17- Rical El Harb: Komeke ku li derdora Heleb û Îdlibê ye.

18- Lîwa Sûltan Osman: Di sala 2017'an de ji aliyê Raxêb Osman ve hate avakirin ku weke Ebû Omer tê naskirin. Ev rêxistin li Efrînê bi taybetî li derdora navçeya Bilbilê bi cih bû.

19- Ceyş el Îslam: Ev rêxistin di sala 2011'an de li Xûta Rojhilat ava bû û yek ji rêxistinên herî mezine. Serkêşê vê rêxistina ku bi nêrînên xwe yên selefî naskirî ye Zehran Elûşe. Ev koma ku tevlî civînên Riyad û Astanayê bû piştî ku ji Xûtayê derket tevî Feylaq El Rahman li herêmên Efrîn û Babê bi cih bû.

20- Festakim Kema Umirt: Di sala 2012'an de bi kombûna 7 koman ava bû. Ev koma çete li Stenbolê ava bû. Serkêşê vê çeteyê jî Mistefa Biro (Seqir Ebû Qûteybe) ye. Bi gelek koman re hevkarî kir û Tirkiye, Qatar û Siûdiyan piştevaniya vê koma çete kirin.
21- Ceyş El Şerqiye: Komeke biçûke. Ji herêmên rojhilat ên Sûriyeyê tevlî wê bûne.

22- Suwar El Cezîre: Li herêma Cizîrê ji bo li dijî Kurdan şer bike ava bû. Serkêşê vê komê Şêx Ehmed û Ebû Zeyneb El Haşimî ne. Navenda wê li Cerablûsê ye û tevlî êrîşên dijî Minbicê û Efrînê bû.

23- Tûgaya 51'ê: Serkêşê vê rêxistina ku sala 2015'an ava bû Heysem Cemîl Îfesî bû. Piştî ku ew tevlî 'Artêşa Neteweyî' bû Mihemed Dêrî bû serkêşê vê çeteyê. Tevlî civînên li Cenevreyê bû, her wiha tevlî dagirkirina Efrînê bû.

24- Firka el Şimaliye: Di sala 2012'an de li bajarokê Kefer Nûbûl ê Îdlibê ava bû. Destpêkê bi navê Lîwa Fûrsan El Heq ava bû. Serkêşê vê koma ku CIA'yê piştevaniya wê dikir Faris El Beyûş bû, lê belê di sala 2017'an de Ebîd Kerîm Yehya kete şûna wî û bû serçete. Ew jî li Şêx Meqsûdê hate kuştin.

25- Sultan Murad: Piştî ku şerê Sûriyeyê destpê kir ev kom bi navê Tirkmenan derkete holê. Avabûna vê komê xwe dispêre piştî Mutabaqata Edeneyê ya sala 1998'an. Têkiliya serçete Yûsûf El Selêh a bi MÎT'ê re digihêje heta Mutabaqata Edeneyê. Berpirsyarê wê yê qadê Fehîm Îsa û berpirsyarê wê yê leşkerî jî Serbend Ehmed Osmane. Dewleta Tirk herî zêde giranî da ser vê komê. Deriyên sînor heta wiha xeta sînor ji vê komê re tên hiştin.

26- Sûltan Suleyman Şah: Ev rêxistina ku ji Tirkmenên li herêma Babê hate avakirin hewl da li herêma Qibesinê hin komên Kurdan ava bike. Lê belê bi ser neket. Ev rêxistina ku Ebû Emşe serkêşiyê jê re dike tevlî dagirkirina Efrînê bû.

27- Sûltan Mehmed Fatîh: Ev rêxistina ku li bajarokê Xendûra yê Cerablûsê di sala 2012'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate avakirin demeke dirêj li Helebê şer kir. Di sala 2015'an de tevlî Sûltan Mûrad bûn, di sala 2016'an de jê veqetiyan. Bi giranî li herêmên Cerablûs, El Raî, Ezazê dimînin, tevlî dagirkirina Efrînê bûn.

28- Muntasir Bîllalah: Ev rêxistina ku berê li Helebê bû li herêmên Bab, El Raî û Cerablûsê kar dike. Fîras Başa serkêşiyê jê re dike. Yekser bi îstîxbarata Tirk re dixebite û tevlî dagirkirina Efrînê bû.

29- Tûgaya Semerkant: Ev rêxistin di sala 2016'an de li bejahiya Helebê ava bû û dewleta Tirk piştevaniya wê dike. Di serî de Ozbek ji kesên ji Asya Navîn pêk tê. Di dema damezrandinê de ragihandin ku armanca wan şerê li dijî rejîmê û Kurdane. Her wiha tevlî dagirkirina Efrînê bûn.