SYPG'ê 1'ê Gulanê pîroz kir

SYPG'ê destnîşan kir, paşeroja karker, kedkar û neteweyên bindest girêdayî hev e û diyar kir, "Rizgarbûn, azadî û paşeroja me yek e. Ji ber vê em bi tevger û rêxistinbûna xwe dikarin şoreşa xwe veguherînin rizgarî û azadiya gelan û proleteryaya cîhanê."

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, pîrozbahiyên 1'ê Gulanê roja yekîtî, têkoşîn û piştgiriyê ya karker û kedkaran, li Kurdistanê cara yekemîn salên 1970'î ji aliyê şoreşgeran ve hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê salên 1990'î dest pê kirin. Lê belê naveroka 1'ê Gulanê ji aliyê Rejîma BAAS ve bi siyaseteke bi zanebûn hate valakirin."

SYPG'ê diyar kir, 1'ê Gulanê ji bilî cejnê her wiha rojeke dîrokî ya berxwedana karkeran e û ragihand, "Piştî şoreşa Rojava di salên dawî de 1'ê Gulanê ji aliyê saziyên şoreşê ve bi awayekî girseyî tê pîrozkirin. Gelê Kurd weke neteweke bindest û wek neteweke ku ax, ziman, çand û dîroka xwe hatiye dagirkirin.  Bi qasî ku em xwedî li Newroz, 8'ê Adarê roja jinê û hwd.  derdikevin pêwîst e em xwedî li 1'ê Gulanê derkevin û di rojeke wiha enternasyonal de têkoşîna xwe bi têkoşîna hemû karker û gelên cîhanê bikin yek."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "1'ê Gulanê pireke ku şoreşa me girê dide têkoşîna tevahî gelên cîhanê. Gelên Ereb, Suryan, hemû ol û bawerî, jin û ciwanên ku azadiya xwe dixwazin pêwîst e bi awayekî hîn xurtir li vê rojê xwedî derkevin. Îro çav û guhên hemû gelên cîhanê û çînên bindest li ser şoreşa Rojava ye. Ji ber ku şoreşa Rojava bi taybetmendiya xwe ya gelparêz û demokratîk îro rêya azadiyê nîşanî hemû mirovahiyê dide."

SYPG'ê destnîşan kir, paşeroja hemû karker, kedkar û neteweyên bindest girêdayî hev e û diyar kir, "Rizgarbûn, azadî û paşeroja me yek e. Ji ber vê em bi tevger û rêxistinbûna xwe dikarin şoreşa xwe veguherînin rizgarî û azadiya gelên Rojhilata Navîn û proleteryaya cîhanê. Em di pêvajoyeke ku bi pêşengtiya Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê tevahiya xaka Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin û DAÎŞ hate xilaskirin de ber bi 1'ê Gulanê roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê ve diçin. Niha erka ku li ser milên me hemûyan ew e ku bi qasî parastina leşkerî ya şoreşê pêwistiya me bi xûrtkirina avakirina şoreşê heye. Em roja 1'ê Gulanê li hemû karker, kedkar û gelên bindest pîroz dikin. Ji bo serketina şoreşê hemû karker û gelên bindest bibin yek."