Sûriyeyiyên li Stenbolê li Efrînê tên bicihkirin

Sûriyeyiyên bi biryara Walîtiya Stenbolê bi zorê ji bajêr hatin derxistin li Efrînê tên bicihkirin. Komek ji 100 kesî Sêşemê li Efrînê hate bicihkirin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Piştî fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk a ji bo lêgerîn, kontrolkirin û biryara dersînorkirina Sûriyeyiyên li Stenbolê nêzî 100 Sûriyeyî ji Efrînê re hatin şandin.

Li gorî agahiyan, Sûriyeyî Sêşemê gihîştin Efrînê. Tê gotin di nava Sûriyeyiyên ku bi çar wesayitan birin Efrînê Kurd jî hene.

Walîtiya Stenbolê dem dabû Sûriyeyiyan ku yên qeyda wan li Stenbolê nînin bajêr heta 20'ê Tebaxê biterikînin. Di biryarê de hate ragihandin ku Sûriyeyî wê sewqî bajarên ku qeyda wan lê hene bên kirin.

Dewleta Tirk ku ji destpêkirina şerê Sûriyeyê ve penaberan li dijî Ewropayê weke amûreke 'şantajê' bi kar tîne, bi biryarên xwe yên dawî yên li dijî Sûriyeyiyan balê dikişîne.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû diyar kir, ku wê salane 80 hezar penaberan dersînor bikin. Soylû beriya çend rojan gef li welatên Ewropayê xwaribû ku eger ew deriyan vekin wê hikumetên wan nikaribin 6 mehan jî li hemberî vê yekê rawestin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî bi daxuyaniya Walîtiya Stenbolê re ragihand, wan peymana vegerandina penaberan a bi Yekîtiya Ewropayê re mohr kirin rawestandine.