Sûcê şer: Dewleta Tirk bombe li stasyona elektrîkê barand

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê bombe li stasyona elektrîkê barand û di encamê de elektrîk qut bû.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek êrîşî stasyona elektrîkê ya li bajarê Eyn Îsa ya Kantona Firatê kir.

Hat ragihandin ku di encama êrîşê de li bajar û bejahiya wê, elektrîk qut bûn.

Dewleta Tirk bi salane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binesaziyên sivîn û saziyên xizmetê dike hedef û bi vî rengî sûcên giran dike. Di nava saziyên sivîl ên tên hedefgirtin de dibistan, nexweşxane û komele jî hene.