Armanca sereke ya dewleta Tirk a bi tevgera dagirkirinê ya ser Efrînê bi daxwaza tehcîrkirina Kurdan û bi çete û malbatên ku dixwaze li wir bi cih bike, dixwaze ji Sûriyeyê xakekê bistîne. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi gotina, ‘’Tevgera me ya Efrînê didome. Mesele ev e: Efrîn 55 ji 100’î ya Ereban e. 6-7 ji 100’îya Tirkmenan e û piştre Kurd hene. Hemû mesele ew e ku Efrînê em teslîmî xwediyên wan ên rastîn bikin. 3 milyon û nîv Sûriyeyî li ser xaka me ne. Em ê di demeke nêz de birayên xwe yên Sûriyeyî li xaka wan vegerînin’’ armanca xwe diyar kir.
Polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kurdan a tedîp-tenkîl û tehcîrê ne nû ye. Dewleta Tirk û Osmaniyan ev polîtîka tim li ser Kurdan û li ser nasnameyên dî pêk anî. Di dema Osmaniyan de polîtîkaya îskanê û tehcîr, di dema yek partiyê de Plana Şark Islahatê, piştî 12’ê Îlonê polîtîkaya guherandina demografyayê ya Turgut Ozal, niha jî bi destê AKP’ê li cografyaya ku ji bermaya Osmaniyan tê ditin tê xwestin ku guherîna demografyayê were kirin, ANF’ê ev plan li ser planên Efrînê tomar kir.
POLÎTÎKAYA ÎSKANÊ
Yek ji polîtîkaya sereke ya Osmaniyan bû ku li xakên ku lê serwer bûn bi demografiyê bilîzin. Dewleta Osmanî ku li ser bac û xeracê ava bûyî li deverên ku dagir kiribû ji bo ku nehêle gel li dij wê rabin bi polîtîkaya bi navê îskanê gelek caran bi demografiyê lîst. Bi vê polîtîkayê gelên li herêmen hatin dagirkirin bi deverekê dî de hatin koçberkirin, kesên ku ji deverên din jî anî li cihê dagirkirî dihatin bicihkirin.
PLANA ŞARK ISLAHATÊ
Mînaka vê polîtîkayê ya bi rengekî herî hov beriya Şerê Cîhanê yê Yekê li cografyaya Ereb bi komkujiyên mezin hate kirin, bi mebesta pêşî li daxwazên azadiyê yên Ereban bigire û her wiha 1915’an bi Qirkirina Ermenan. Armanca duyan a dewleta Tirk ku li ser qirkirina Ermenan ava bû, Kurd bûn. Gava pêşî ya polîtîkaya tehcirê ya Tirkiyeya ye partiyê serhildana Koçgiriyê, gava duyem Plana Şark Islahatê ya piştî serhildana Şêx Seîd û gava sêyan jî serhildana Agirî, gava çaran jî piştî Qirkirina Dersimê polîtîkaya koçberkirina Kurdên Elewî bû.
ÎNKAR-ÎMHA- ASÎMÎLASYON
Dewleta Tirk bi van sê gavan bi sed hezaran Kurd ji cihê wan kirin. Bi berdewamî jî li ser Kurdan polîtîkaya îmha-înkar-asîmîlasyonê sazkar kirin. Hedefa sereke ya Plana Şark Islahê jî herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê bû. Bi raporên ku hatin hazkirin hate gotin ‘ji asîmîlasyonê re vekiriye’ û polîtîkaya Tirkkirinê bi rengekî dirinde hate şixulandin. Ev polîtîka her çendî bi salan hatibe domdanin jî Kurdan ti caran dev ji nasnameya xwe bernedan.
HEWL DAN KU NAVENDÊN ŞERÊN TAYBET AVA BIKIN
Li herêma Serhedê bajarê Qarsê kirine sê beş (Qers-Erdexan-Îdir) pê xwestin ku nifûsa Kurdan kêm bikin, li hela dî jî, li ser sînorê Ermenîstanê hewl dan ku navendên şerê taybet ava bikin. Her wiha di navbera van bajaran de bendên çêkirî ava kirin û kirin ku ji hêla hîsî ve werin dabeşkirin. Lê Erzerom li gel ku li cografayaya wê pir mezin jî bû tiştekî wiha li ser Erzeromê nekirin. Her wiha Sêwas jî cografyaya wê mezin bû û nifûsa wê piranî Kurd-Elewî bûn lê dîsa jî nekirin bajarekî cuda. Lê Kilîs li gel ku ji çar taxan pêk dihat jî ji Dîlokê hate qutkirin û li ser sînorê bakur kirine bajarekî navenda şerê taybet. Di 7 salê şerê Sûriyê de ev navenda şerê taybet bi rengekî aktîf hate bikaranîn.
KOMKUJIYA MERAŞÊ
Salên 1970’yî ji bo ku PKK’ê derdikete holê û cihên rêxistiniya wan başûrêrojava yê Kurdistanê bû 1978’an li Meraşê komkujî kirin. Bi komkujiya Meraşê li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdên li Rojava plana qirkirinê hate şixulandin. Li Dîlokê jî bi organîzasyonên cuda an komkujî an jî asîmîlasyona li ber Kurdan danîn. Ev polîtîka helbet ne tenê ji bo van du bajaran derbas dibû. Ev li polîtîka ji bo Erzerom, Sêwaz, Erzîngan, Meletî û Semsûrê ku sînorên Tirkiyê bûn jî, wiha bû.
BERMAHIYA OSMANÎ DIBÎNIN
Bi şerê navxwe yê Sûriyê re dewleta Tirk di serî de li ser Helebê, armancên xwe yên li ser Bakurê Sûriyê, ku weke bermayên Osmaniyan dibîne dîsa vejand. Erdogan û Davutoglu ji bo xeyalên xwe yên Osmaniyên nû pêk tînin komên radîkal ên ji çar hêlên dinyayê anîn cem hev, bi çek kirin û berê wan dane Sûriyê. Piştî ku OSO, piştre El Nûsra û DAÎŞ bi ser neketin niha jî dewleta Tirk xwe berda qadê.
SKENDERÛN KIRIN REFERANS
Yek ji referansa herî mezin a dewleta Tirk li van deran mînaka Skenderûnê (Antakya, Hatay) bû. Dewleta Tirk weke sala 1938’an bi tevlîhevkirinê, piştre bi bikaranîna hiqûqa navnetewî bi hesabê ku wê bikaribe bikeve van deran, rêxistiniyê bike û tevlî xaka xwe bike. Lê astengek derkete pêş wan: Şoreşa Rojava.
TIRKKIRINA LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ
Dewleta Tirk a ku ji xeniqandina Şoreşa Rojava her cure rê diceribîne, her carê têk çû. OSO, El Nusra û DAÎŞ yeko yeko têk çûn. Dewleta Tirk a ku her dem têk diçû di 24’ê Tebaxa 2016’an de li dijî Cerablûs, Ezaz û Babê dest bi dagirkeriyê kir. Li vê derê riha endamên DAÎŞ’ê qusandin û ew kirin endamên OSO. Dewleta Tirk gundên Kurdan ên li vê herêmê da ber bombeyan û ev gund vala kir. Gundiyên Ereb ên ku li dijî wan derdiketin, sirgûnî vê derê kirin. Rêxistinên Ereb ên ku li ber xwe didin jî bi saziyên MÎT’ê yên wekî Tûgayên Sûltan Mûrat tasfiye kirin.
ERDOGAN: DIVÊ LOZAN WERE NÛKIRIN
Rayedarên Tirkiyeyê armancên xwe yên li ser Efrînê bi dehan caran bi devê xwe gotin. Erdogan jixwe her dem dibêje divê ‘Lozan were nûkirin.’ Erdogan herî dawîn di Kongreya Jinan a Bûrsayê ya di 21’ê Sibatê de got ku, “Operasyona me ya li Efrînê didome. Hemû mesele ev e, ji sedî 55’ê Efrînê Ereb in, ji sedî 6,7 Tirkmen e û yên din jî Kurd in ên ku dûre hatine. Hemû mesele ev e ku em Efrînê teslîmî xwediyan wan ên rastîn bikin. 3 milyon û nîv kesên ji Sûriyeyê li ser axa me ne. Em ê piştî demeke kurt van kesên ji Sûriyeyê bişînin axa wan.”
ASYA EBDULLAH BERSIV DA ERDOGAN
Hevseroka Tevgera Civakî ya Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Asya Ebdullah van gotinên Erdogan ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku Erdogan dixwaze herêmê vala bike û çeteyên girêdayî xwe li vê derê bi cih bike. Asya Ebdullah got ku, “Heke îro li vê derê çend Kurd, Ereb, Tirkmen û Siryan hebe, ev tişt Erdogan eleqedar nake. Em hemû hemwelatiyên Sûriyeyê ne û em bi hev re dijîn. Mafê Erdogan tuneye ku li ser vê meseleyê biaxive. Balefirên Erdogan li vê derê malbatên Ermen û Ereb qetil kir. Tekane derdê Erdogan ev e ku herêmê vala bike.”

‘2 HEZAR SAL IN EM LI VÊ DERÊ NE’
Rektorê Zanîngeha Efrînê Dr. Ehmed Yûsif jî diyar kir ku hedefa dewleta Tirk jenosîda Kurdan e û got “Heke li Efrînê Tirkmenek, Erebek, Çerkezek hebe, ew jî şirîkê me ye. Di felsefeya me de ev tişt heye. Lê dema ku em li dîrokê dinihêrin, em dibînin ku 2 hezar sal in Kurd li Efrînê dijîn. Ji sedî 92’yê Efrînê Kurd e. Bila dewleta Tirk serî li fen û fûtên bi vî rengî nede, bila armanca xwe yekser bibêje. Bila bibêjin ku em dixwazin Kurdan qir bikin û wan ji warên wan sirgun bikin.”

BI SÊWASÊ RE DEST PÊ KIR
Azîz Koyluoglû yê ku ji demeke dirêj e li herêmê rojnameger e, diyar kir ku Tirkiye ji zû ve ye gotina ‘Rojavayê Firatê û Rojhilatê Firatê’ bi kar tîne û projeya ku li Rojava Firatê Kurdan tune bike jî li Bakurê Sûriyeyê hatiye destpêkirin. Koyluoglû diyar kir ku vê plana dewleta Tirk li Sêwas, Meletî, Dîlok û Mereşê piçekî be jî bi ser ketiye û got, “Fen û fûtên demografyayê her dem li ba Osmaniyan hebû. Piştî Şoreşa Fransayê nijadperestî bi pêş ket, Osmaniyan ji bo tevdîra xwe serî li vê lîstikê dan. Giraniya mezin dan ser Kurdistanê. Li Kurdistanê guhertina demografyayê li Sêwasê hate destpêkirin.”

ROJAVA Û ROJHILATÊ FIRATÊ
Koyluoglû diyar kir ku guhertina nifûsê ya ku dewleta Tirk bi Qoçgiriya Sêwasê dest pê kiriye, bi Serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dersimê re domiyaye û ev polîtîka bi qetlîama Mereşê re domiyaye. Koyluoglû got ku, “Mesela dema em li Kurdistanê dinihêrin, gelên ji Qefqasan, Efgan û yên ji Behra Reş hene. Piştî guhertina nifûsê ya bi Bulgaristan û Yewnanistanê gelek malbat li Amedê hatine bicihkirin. Dewleta Tirk vî tiştî bi awayekî sîstematîk didomîne. Di vê polîtîkayê de Çemê Firatê esas e. Niha jî dixwazin vê polîtîkaya xwe ya qirkirinê li Rojava bidomînin.”
SIBÊ: Dagirkirina Cerablûs, Ezaz, Babê; gundên Kurdan û Ereban ên ku li herêmê hatine valakirin; li herêmê çalakiyên Tirkkirinê; Dagirkeriya li ser Efrînê û planên parçekirina Sûriyeyê.